MÊRDÎN - Li herêma Omeryana Mêrdînê şewata bi operasyona eskerî ya ji 7’ê îlonê ve derket didome.
Li herêma Omeryan a Mêrdînê di 7’ê îlonê de operasyona eskerî hatibû destpêkirin. Ji roja operasyonê dest pê kir şûn ve şewata daristanê jî derketibû û şewat li herêmê didome. Her çiqas li hin deveran agir hatibe vemirandin jî lê li hin cihan dewam dike û her ku diçe mezin dibe. Hat gotin heta niha kesî mudaxeleyî şewatê nekiriye. Welatiyan da zanîn ku ji ber operasyona eskerî her tim şewat derdikeve û nikarin mudaxele bikin.