ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 386 roj e li Kolana Yukselê dewam dike. Polîsan êrîşê çalakvan kir û Acun Karadag jî di nav de, 8 kes bi lêdanê binçav kirin.
Di çarçoveya Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) de Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ji kar hatibûn îxrackirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Gulmen û Ozakça 266 roj e dewam dike. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" jî 386 roj e dewam dike. Çalakvanên li Kuçeya Konurê kom bûn, xwestin li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin. Polîsan bi mertalan kuçe li çalakvanan girt û astengî derxist.
Çalakvanên pankart vekirin û dirûşm berz kirin, polîsan êrîşê çalakvanan kir, Acun Karadag û Îlker Işik jî di nav de bi giştî 8 kes binçav kirin.