AMED - Di serdegirtinên malan ên navçeya Pîranê de, muxtarek û 2 kes hatin binçavkirin.
Cendirmeyan di saetên serê sibê de li Taxa Dîrey a navçeya Pîranê ya Amedê bi ser malan de girtin. Leşkerdan di serdegirtinê de lêgerîn kirin û piştî lêgerînê Muxtarê Taxa Dîrey Mûstafa Kiliç, Mûstafa Sert û Nasir Sert binçav kirin.
3 kesên hinceta binçavkirin wan nehat zanîn, birin Qereqola Cendirmeyan a Pîranê.