ENQERE - Piştî 3 salan, bi angaşta ku civîna têkildarî rakirina destnedanê terk kiriye û dûrişme avêtiye, doz li parlamentera berê ya HDP'ê Gulser Yildirim doz vekirin.
Ji aliyê 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve doz li Parlamentera Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulseren Yildirim hat vekirin. Di dozê de hinceta sûcdariyê, terkkirina civîna Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclisê ya di 2'ê Gulana 2016'an de ku têde rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê hatibû nîqaşkirin, hatiye nîşandan. Angaştnameya doza ku piştî 3 salan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye vekirin, ji 3 rûpelan pêk tê. Di angaştnameyê de tê angaştkirin ku Yildirim piştî terkkirina civîna komîsyonê dûrişmeyên mîna “Biji Serok Apo”, “Biji Berxwedana Meclise” û “Em ê bi têkoşînê biserkevin” avêtiye.
Di angaştnameyê de tê angaştkirin ku Yildirim 'Sirûda Gerîlla" jî gotiye û tê xwestin ku Yildirim bi angaşta ku 'Paropagandaya Rêxistinê' kiriye bê cezakirin.
De rûniştina yekemîn a doza Yildirim, di 18'ê Mijdara 2019'an de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.
MA / Berîvan Altan