NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê qeyûm tayînî şûna wî kirin Adnan Selçuk Mizrakli, beşdarî civîna 42'emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû û got: "Em bi rêbazên dîktatoryal ji peywirê hatin dûrxistin. Êdî divê em li wîcdanê xwe guhdar bikin û ji vê yekê re bêjin rawest e."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê qeyûm tayînî şûna wî kirin Adnan Selçuk Mizrakli, beşdarî civîna 42'emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû. Mizrakli ji ber qedexeya wî ya dervê bajar heye, bi rêbaza video konferansê beşdarî panela "Li Tirkiye Serxwebûna Darazê" ya ku Tevgera Dijberî Nijadperestiyê û Piştevaniya Navbera Gelan (MRAP) li dar xist bû. Mizrakli, anî ziman ku ji ber qedexeya dervê bajar li ser wî heye nekarîbû raste rast beşdarî panelê bibe û wiha got: “Min pir dixwest bi were tev li vê civinê bibim û niqaşan bimeşînim. Lê wekî hevşaredarên me yên din der barê me de qedexeya dervê bajar heye. Ji ber vê yekê nikarim beşdar bibim. Em kesên ji sedî 63 bi dengên gel hatin hilbijartin, dixwest li ser xebatên xwe bin û di civînê de xebatên xwe bi were parve bikin. Lê rejîma yek zilamî dixwaze feraseta îktîdara xwe li ser welat ferz bike. Ji ber vê yekê em ji peywirê girtin û qedexeya dervê bajar danî ser me. Em bi rêbazên dîktatoryal ji peywirê hatin dûrxistin. Êdî divê em li wîcdanê xwe guhdar bikin û ji vê yekê re bêjin rawest e."