AMED - Danişina doza Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan a piştî cezayê wî yê 8 sal û 45 rojan hat xerakirin ji nûve hat dîtin. Heyeta dadgehê bêyî agahiyê bide parêzerên Zeydan dest bi darizaninê kirin. Parêzerên girtek girtin, dê li HSYK’ê glî bikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeytan, di 4'ê Mijdara 2016'an de tevî Hevserok û wekilên HDP'ê di operasyona siyasî de hatibû binçavkirin û girtin. Zeydan piştî hat girtin der barê wî de 8 sal û 1 meh û 15 roj ceza hatibû birîn. Cezayê li Zeytan hatibû pirîn, piştî ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hat xerakirin, danişîna dozê ji nûve hat dîtin. Yekemîn danişîna dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê beyî agahiyê bidin parêzeran dest bi darizandinê kirin. Parêzerên Zeydan ku ji bo beşdarî dozê bibin hatin salona dadgehê, bêyî wan danişîna dozê hat destpêkirin. Parêzeran bertek nîşanî vê yekê dan û daxuyanî dan. Parêzer û wekilên HDP'ê yên bêyî wan danişîna dozê hat dîtin, têkildarî mijarê girtek girtin û daxuyanî dan. Parêzeran diyar kirin ku dê gliyê heyetê li HSYK’ê bikin.
Parêzeran di girtekê de diyar kirin ku Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan li Girtigeha Tîpa F a Edirne girtî ye, lê bêyî wî bînin salonê, xwestine wî bi riya SEGBİS'ê tev li dozê bikin. Parêzeran, di berdewamiya girtekê de wiha gotin: "Zeydan ev rêbaz qebûl nekiriye û derneketiye SEGBÎS'ê. Dozger di rûniştina dozê de xwestiye darizandina Zeytan a girtî berdewam bike û Zeytan bi girtî bê darizandin. Heyeta dadgehê jî ev daxwaza dozger li ber çavan girtiye û der barê Zeytan de biryara berdewamiya girtinê daye."
Heyeta dadgehê, biryar da ku di rûniştinek din de Zeytan bi SEGBÎS'ê tev li dozê bibe û ji bo vê yekê ji girtîgehê re nivîs bê nivîsandin. Dadgehê biryar da ku der barê Rêveberiya Girtîgehê de li Serdozgeriya Edîrneyê glî bê kirin. Heyetê rûniştina dozê taloqî 13'ê Kanûnê kir.
Parêzerên Zeytan û parlamenterên HDP'e yên ji bo tev li rûniştina dozê bibin hatin Edliyeya Amedê li dijî vê helwesta heyeta dadgehê li pêş Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, wekilên HDP'ê Nihat Akdogan û Meral Daniş Beştaş rêveberên HDP'ê yên Amedê amade bûn. Li vir Parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku êdî daraz ji saziya hiqûq û darazê derketiye û wiha got: "Ev sazî bûye saziya siyasetê. Em niha li hemberî pêkanînên ku nayê qebûlkirin re rû bi rû ne. Em ji bo tev li danişîna doza Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan bibin hatibûn vir. Lê em dîsa rastî garabeta hiqûqê hatin. Li gel ku der barê Abdullah Zeydan de mehek berê biryar hatiye xwerakirin biryarê rojek berê teblîg dikin. Em bawer dikin ku ji ber 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara wê hatiye xerakirin hêrs bûye û tevî ku em li salona dadgehê ne, bêyî agahiya me wekîl û parêzeran pê çêke dest bi danişîna dozê dike. Em nizanin ku biryar li salona dadgehê hatiye dayîn an li cihekî din hatiye dayîn. Rûniştin pêk hatiye ya na em nizanin. Me têkildarî vê yekê girtek amade kir û em dê serî li HSYK’ê birin. Yildirim, da zanîn ku ew ne li bendê ne ku heyeta dadgehê biryarek li gorî hiqûqî bidin, lê dixwazin ku hiqûqê nexin bin piyan û dixwazin li gorî pîvanên hiqûqê yên gerdûnî tev bigerin.
BEŞTAŞ: DIXWAZIN BI LEZ CEZA BIKIN Û WEKÎLTIYA WÎ BIXIN
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku bi awayekî Awarte bi lez û bez wekîlan dadirizînin û dixwazin bi lez wekîlan ceza bikin. Beştaş, da zanîn ku ev pêkanîn li dijî hiqûq û qanûna bingehîn e û pîvanên Qanûna Bingehin tune tên hesibandin. Beştaş, wiha got: "Tevî ku em parlamenter û wekilên Zeytan li salonê bûn jî mubaşir jî bêyî bang li danişîna doza Abdullah Zeydan bike danişîn tên dîtin. Piştî danişînê girtekê dixe destê me û dibêjin vay danişîn hat dîtin. Ev tiştekî pir nayê qebûl kirin û sosretîyek mezin e. Hêj serê sibê Dadgeha Îstinafê biryar teblîgî Zeydan kirine. Heyeta dadgehê dixwaze bi zorê Zeydan bi riya SEGBİS’ê tev li danişînê bibe. Ev li dijî mafê parastinê û li dijî pîvanên hiqûqê ye. Hevalên me têkildarî vê mijarê girtek girtin. Dixwazin bi lez û bez der barê wekil de ceza bidin û wekîltiya wî bixin. Biryara SEGBÎS’ê tenê ji bo wekilên me dixin meriyetê. Li dijî wekilên me darizandinek taybet ku nav lê nehatiye kirin dixin meriyetê. Yên li vir tên darizandin ne em wekîl in. Di şexsê wekîlan de vîna gel tê darizandin. Em dê têkildarî vê mijarê serî li HSYK’ê bidin. Em ji hikûmetê dipirsin. Li Tirkiye ji sedî 90'ê nifûsê nexşeya Grava Man nizane li ku ye. Gelo ji bo ser vê doz û lêpirsînê bigirin dixwazin ceza li wekilê HDP'ê bibirin. Gelo li pişt darizandina bi lez û daxwaza cezakirina wekilên HDP'ê çi heye?