ŞIRNEX – Danişîna doza rojnameger Ziya Ataman ê bi cezayê muebetê tê darizandin dest pê kir.
Danişîna doza nûçegihanê Ajansa Nuçeyan a Dîcleyê (DÎHA) di sala 2016’an de bi KHK’ê hat girtin Ziya Ataman ku li Girtîgeha Tîpa M a Wanê tê ragirtin dest pê kir. Ataman jî di nav de 10 jê girtî 21 kes ji dozê tên darizandin. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê tê dîtin. Xizmên Ataman, rêxistinên rojnamegeran û parêzer dozê dişopînin.
Girtî bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn û bi parastina dest pê kir.
Ataman di 11’ê Nîsana 2016’an de li Wanê hat girtin û ji wê demê ve girtî ye. Ji Ataman re cezayê muebetê yê hefstê tê xwestin.