MÊRDÎN – Delîl Tekîn ê 7 sal in li Girtîgeha Şakranê girtî ne ragihand ku ji ber nexweşe nayê dermankirin û her ku diçe binpêkirina mafan zêde dibe.
Delîl Tekîn 7 sal in li Girtîgeha Jimara 4’an a Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê girtî ne. Tekîn dema di 2010’an de belavkarê rojnameya Azadiya Welat hat girtin. Tekîn duh bi bavê xwe Fettah Tekîn re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî û ragihand ku pirsgirêkên tenduristiyê û binpêkirina mafan dewam dikin.
‘BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE DIBE’
Fettah Tekîn da zanîn ku kurê wî ji ber guhên xwe nexweş e û got: “Ez duh bi telefonê bi kurê xwe re axivîm. Ji min re got ku xwîn ji guhên wî tê lê nayê dermankirin. Wî rakirine nexweşxaneyê tenê xwîna guhê wî paqij kirine. Kurê min got li Girtîgeha Şakranê her roja ku diçe binpêkirina mafan zêde dibe.”
‘HEMÛ MAFÊN WAN TÊN DESTSERKIRIN’
Tekîn anî ziman ku Girtîgeha Şakranê her tim bi zext û zilmê dikeve rojevê û wiha dewam kir: “Kurê min dibêje daxwaznameyên ji bo kontrolên tenduristiyê ji aliyê girtiyan ve tên dayîn lê gardiyan qebûl nakin û nameyên girtiyan nadin wan. Girtiyên li Şakranê ji mafên xwe yên bingehîn tên mehrûmkirin. Bi awayek kêfî hemû maf hatine desteserkirin.”
‘‘BILA ZEXT BI DAWÎ BIBIN’
Tekîn destnîşan kir ku hemû mafên civakî û nameyên girtiyan tên astengkirin û got: “Dixwazin têkiliya navbera derve û hundir bi temamî ji holê rakin. Zextên gardiyanan ên li dijî girtiyan didomin. Kurê min herî dawî ku hevdîtina vekirî ya bi pismamê xwe re kiribû gardiyanan lêdabû. Zarokên me gelek caran rastî lêdanê tên. Bila êdî ev zext bi dawî bibin. Bila dest ji perîşankirina malbatan berdin.”
‘BÊDENG NEMÎNIN’
Tekîn da zanîn ku wan daxwaznameya ji bo başkirina şertên girtiyan dane Wezareta Dadê û Dozgeriya Girtîgehê û ew ê li dijî binpêkirina mafan bêdeng nemînin û ew ji raya giştî li benda hestiyariyê ne.