WAN - Li Taxa Verkonîs a navçeya Elbakê, jinên ku hemû tiştên di havînê de çandibûn firotin û niha jî hilberînên xwe yên dawiyê ji bo amadekariyên zivîstanê kom dikin. Jinan bal kişandin ser zorî û zehmetiyên jiyana gundan û gotin, ew beramberî keda xwe nagirin.
Li Taxa Verkonîs a navçeya Elbak a Wanê, amadekariyên zivîstanê ber bi dawî diçin. Jinên ku hemû hilberînên di havînê de çandibûn firotin û niha jî, amadekariyên xwe yên zivîstanê bi dawî dikin. Jina bi navê Nerîman Işik, diyar kir ku bi hilberînên ew bi xwe diçînin, zivîstan wan rehet derbas dibe û wiha axivî: “Em di zeviyên xwe de fasûlî, îsot, firing, kulind, xiyar û garis diçînin û hemû berhemên me xwezayîne.”
‘EM PÊDIVIYÊN XWE JI AXÊ DIGIRIN’
Işik, da zanîn ku ew di mehên biharê de dest bi çandiyê dikin, heya payîzê bi zeviyên xwe re eleqedar dibin û wiha got: “Em hemû hilberînên xwe di mehên havînê de diforiştin. Hilberînên em di payîzê de kom dikin jî, ji bo pêdiviyên xwe yên malê radikin. Em zebzeyan hem ji bo zivîstanê hişk dikin û hem jî dikin konserve. Em ji îsot û firîngiyan jî salçe û meleme çêdikin. Di meha Îlonê de jî em tirşiyê çêdikin. Dema ku em diçin navenda Wanê, yan jî Elbakê em pereyan xerç nakin. Em tenê çay û rûn ji derve dikirin. Em şekir jî nakirin. Ji ber ku di zeviya me de silk hene. Em silkan jî di peyîzê de hişk dikin û bi vî awayî pêdiviyên xwe yên şekir bi cih tînin. Em bi helberînên xwe, zivîstanê rehet derbas dikin.”
'JIYANA LI GUNDAN ZORE LÊ PIR XWEŞE’
Işik, anî ziman ku ew ji saet 07.00’an heya saetên şevê di zeviyan de dixebitin û wiha bilêv kir: “Em weke ku zarokan mezin bikin li zeviyên xwe mêze dikin. Zilam tenê bi karê avdanê re mijûl dibin. Ji 15 saliya xwe ve vî karî dikim. Ji ber zorî û zehmetiyên karên gundan, hemû kes berê xwe didin bajaran. Divê mirov keda xwe biafirîne. Ji xwe jiyana li bajaran ne bi tenduriste. Tim qerebalixtî heye. Jiyana li gundan zore, lê pir xweşe.”
'EM BERAMBERÎ KEDA XWE NAGIRIN’
Siddika Işik, dest nîşan kir ku îsal hilberîn kêm bû û wiha axivî: “Gûbre pir giran bûye. Em jin li vê derê hema bêje 24 saetan dixebitin. Lê me beramberî keda xwe nagirin. Ez ji serê sibê heya şevê dixebitim, lê bi tu awayî beramberî keda xwe nagirim.”