AMED - Serokê TMMOB’ê yê ku beşdarî Nobeta Demokrasiyê bû, diyar kir ku ji bo li vîna Gelê Amedê xwedî derkevin hatine û got: “Waliyek bi tayinkirinê hat şûna şaredarên ku hatine hilbijartin. Ev sepanên faşîzan in. Ev di dîroka demokrasiyê de mohra reş e. Bila baş bizanibin ku gel vê şerma demokrasiyê efû nake. Dê hesaba vê jî teqez ê bipirsin."
Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê di roja 37’an de didome. Gelek sazî û dezgehên sivîl ên civakî tevlî nobetê dibin. Yek ji van saziyan jî Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) bû. Serokê Lijneya Rêveber a TMMOB’ê Emîn Koramaz, piştî hat Amedê piştgirî da çalakiyê, ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. Koramaz, der barê pevajoyê de diyar kir ku ji bo li vîna Gelê Amedê xwedî derbikevin hatine û wiha axivî: “Waliyek bi tayinkirinê hat şûna şaredarên ku hatine hilbijartin. Ew pêrgalên li ser hilbijêran zext û zoriyê bike, ne demokratîk in. Ev sepanên faşîzan in. Ev di dîroka demokrasiyê de mohra reş e. Bila vê baş bizanibin ku gel vê şerma demokrasiyê efû nake. Wê hesaba vê teqez bipirsin."
‘AKP 17 SAL IN DI ŞOPA PERGALA YEK MIROVÎ DE YE'
Koramaz, da zanîn ku AKP’ê beşeke mezin a desthilatdariya xwe ya 17 salan ji bo pergala yek mirovî têxe meriyetê têkoşiya û got: “Ji ber vê Make Kanûn guhertin. Pergala daraz û perwerdehiyê guhertin. Hemû saziyên dewletê bi kadroyên paşverû, netewperest dagirtin. Di bingeha dewletê de guhertineke mezin pêk anî. Di rewşa awarte de Make Kanûn guhert, hilbijartinên parlementer û serokomariyê kirin. Pergala yek mirovî di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de şikest. hezîmeteke mezin hat. Ji nevî zêdetir gel demokrasiyê dixwaze.”
‘BI NÛÇEYÊN MANÎPULATÎF CIVAKÊ TÎNIN HEMBERÎ HEV '
Koramaz, dest nîşan kir ku AKP ji bo pergala yek mirovî biparêze aştiyê naxwaze û û wiha domand: “Piştî ku hilbijartin winda kirin bi medyaya ku polîtîkayên zext û zorê di destê xwe de digirin bi nûçeyên manîpulatîf û provakatîf dixwazin gel bikin dijminê hev.” Koramaz, anî ziman ku gel êdî serî li hemberî zext û zorê natewîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Paşerojeke bingehîn a çanda demokrasiyê û muhalefeta civakî heye. Hemû hêzên demokrasiyê yên wek me endezyar û avahîsazan ji bo wekhevî, azadî û biratiye ji bo jiyaneke aşitiyê wê têbikoşin. Wê vê pergala zordar û otorîter hilweşînin."
BANG LI HEMÛ BEŞÊN CIVAKÎ KIR
Koramaz, destnîşan kir ku ew her dem alîgirê demokrasiyê û aşitiyê ne wiha bi dawî kir: “Em her dem alîgirê Mafên Mirovan ên Gerdûnî ne. Em endezyar û avahîsaz ji zanistê xwe xwedî dikin. Teknîka zanîstê ji bo jiyana gel ku hesan be bikartînin. Geşedanên zanistî encax bi derdorên demokratîk pêk were. Ji ber vê yekê em her tim parçeyên têkoşîna demokrasiyê û azadiyê ne. Divê ev têkoşîn xurt bibe. Em hemû beşên civakî vêdixwînin vê têkoşînê."
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethi Balaman