EDENE - Li navçeya Seyhanê, 138 kesên ku hewl dabûn sûriyeyiyan linç bikin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Di 19'ê Îlonê de li taxa Dûmlûpinar a navçeya Seyhanê ya Edeneyê, sûriyeyî bi lînçkirinê re rû bi rû mabûn û mal û kargehên wan hatibûn talankirin. Têkildarî mijarê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin û 138 kes hatibûn binçavkirin. Duh ji 138 kesan 100 kes piştî ku îfadeyê wan hatibûn girtin, hatibûn berdan û 38 kes jî sewqî Edliyeya Edeneyê hatibûn kirin. Pişltî îfadedayînê dozgeriyê ew bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kiribûn. her 38 kes jî ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlÎ hatin berdan.