MÊRDÎN - Li 5 navçeyên Mêrdînê di operasyona hem wext de 14 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Nisêbîn, Qoser, Dêrik, Kerboran û Midyadê yên Mêrdînê saetên serê sibehê serdagirtina malan pêk hat. Navnîşanên ku berê polîsan diyar kirinbûn, heta niha 14 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" û "Propagandaya rêxistinê kirine" birin miduryetên polîsan ên navçeyan.
Hat diyarkirin ku der barê 4 kesan de biryara "girtinê" heye, lê ji ber ku ev kes ne li mal bûne, nehatine binçavkirin.