* Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa ÎHD'a Antalyayê, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Antalya û Alanyayê de raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û 27 zarok jî tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne.
* Li Pirsûsê, di ser kuştina 3 ferdên malbata Şenyaşar re 15 meh derbas bûn. Heta niha ji malbata Îbrahîm Halîl Yildiz ku ferdên malbata Şenyaşar kuştin tenê kesek hatiye girtin. Ferît Şenyaşar, bilêv kir ku ji dîmenên nexweşxaneyê wan sûcdar teşxîs kirine û got: "Bila dewlet peywira xwe pêk bîne."
* Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan, bal kişand ser biryarên walîtiyan ku çalakiyên şermezarkirinê yên ji bo qeyûman qedexe dikin û got: "Hikûmet, di ser walîtiyan re biryaran digire. Walîtî wekî qeyûman dixebitin."
* Seroka KAHDEM'ê Parêzer Habîbe Yilmaz Kayar, destnîşan kir ku li hemberî şideta li dijî jinê pêdivî bi vîneke civakiyî heye û got: "Şideta li jinê tê kirin, sûc e. Divê di sûcên bi vî rengî de 'demobrî' neyê qebûlkirin."
* Dayika Aştiyê Sebîha Bozan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hîn jî didome. Bozan, bilêv kir ku îktîdar i ser xwîna ciwanan re hewl dide cihê xwe zexm bike û got: "Bila êdî zarokên me nemirin." Çalakgerê greva birçîbûnê Îhsan Sînmîş jî destnîşan kir ku Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên niha Tirkiye bi wan re rû bi rû dimîne çareser bike.
* Hiqûqnasan bilêv kir ku ji bo pêşîgirtine li ber şideta li jinê tê kirin bi tena serê xwe qanûn ne bes in û gotin: "Divê şideta li jinê tê kirin wekî sûcekî li mirovahitê kirin bê qebûlkirin, divê li hemû qadên jiyanê wekheviya zayendî ya civakiyî pêk bê."
* Makbûle Akyuz a 59 salî, her çend dikule jî 37 roj in di nobeta li dijî qeyûman de li qada nobetê ya li dijî qeyûman e. Akyuz, dibêje: "Hema rojekê jî neyêm, kurê min Delîl tê xewna min."
* Li Taxa Verkonîs a navçeya Elbakê, jinên ku hemû tiştên di havînê de çandibûn firotin û niha jî hilberînên xwe yên dawiyê ji bo amadekariyên zivîstanê kom dikin. Jinan bal kişandin ser zorî û zehmetiyên jiyana gundan û gotin, ew beramberî keda xwe nagirin.
* Berdevkê Platforma Çand û Derdorê ya Foça Bahadir Dogruturk, diyar kir ku li hewzeya Gedîzê di hefteyek dawî de masî zêde dimirin û wiha got: "Divê bi lez tedbîr bên girtin. Ger tedbîr neyên girtin, îro masî dimirin sibê wê mirov bimirin."
* Danişîna doza kesên li Nisêbînê di dema dorpêçê de hatin binçavkirin û girtin didome. (10.00 - 17.00)
* Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina Qeyûman ên li Amed, Wan û Mêrdînê wê di roja 37'an de berdewam bikin. (11.00)
* Komeleya Piştevaniya Xemrî, wê li Komeleya Dersimiyên Menemenê wê panela bi navê "Îstîsmara zarokan çiye? Rêyên tedbîrên hiqûqî çine? li dar bixe. " (15.00)
* Danişîna doza Rojnameger Kibriye Evren li Amedê û danişîna doza Rojnameger Ziya Ataman wê li Şirnexê bê dîtin.
* Heyeta KCD'ê di Serokatiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de wê li Agiriyê ziyaretan bike.