NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyonên hefteyekê de li Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalyayê pêk hatin, hunermend û xwendekar jî di navde 75 kes hatin binçavkirin.
Li herêma Çukurovayê di nava hefteyekê de her roj operasyonên siyasî hatin lidarxistin. Di operasyonan de hunermendên NÇM'ê, xwendekarên zanîngeh û endamên HDP’ê jî di navde 75 kes hatin binçavkirin. Kesên ku di operasyonên li Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalyayê hatin binçavkirin de, biryara sînordar kirin dosyayan wan hat dayîn û demê binçavkirina 75 kesan hat dirêjkirin.
EDENE
Di operasyonên ji 23’ê Mijdarê ku navenda wê Edeneyê yên li Stenbol, Amed, Semsûr, Bursa û Êlihê pêk hatin de, herî kêm 43 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku der barê dosyaya van kesan de biryare veşartinê heye. 43 kesên li Midûryeta Polîsan a Edeneyê tê girtin, bi îdîaya "Di avakirina rêxistina ciwanên zanîngehê ya PKK’ê cih digirin", "Ji rêxistinê re aboriyê qezenç dikin" û "kuryeya rêxistinê dikin” hatin binçavkirin. Hat zanîn ku der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye. Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Firat Yapici, Vedat Tosun, Nadiye Acer, Dîcle Akdenîz, Kasim Dogan, Zubeyde Kuçuker, Lokman Baran, Ruken Taş, Huseyîn Kayra Uleç, Songul Bozkurt, Mahmut Gunduz, Ugur Kocaaga, Suleyman Gasir, Fatmagul Kurt, Kubra Tayfur û Zahîde Bîlgen.
MÊRSÎN
Li dijî xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamaya (NÇM) ya Mêrsînê ku bi biryara KHK’ê hat girtin jî operasyon hat lidarxistin. Di 24’ê Mijdarê de polîsan ser malan de girtin û 11 kes binçavkirin. Hat zanîn ku 3 kesên din jî hatin binçavkirin. 14 kesên li Midûryeta Polîsan tên girtin, dema binçavkirina wan hat dirêjkirin û biryara sînordar kirina dosyaya wan hat dayîn.
Navên kesên dibin çavan de ne wiha ne: “Mamosteyê muzîkê Arîf Adali, Mamostayê folklorê Seyhan Yildirim, Muzîsyen Gulîstan Turan, folklorvan Savaş Bozkurt, Şanoger Fatma Uslu, Muzîsyen Mehmet Aykut, Muzîsyen Selahattin Akin, Şagirt Songul Erîş û Umît Sercan Demîr, Şanoger Rustem Sonmez û Nursel Akşîn, Muzîsyen Rojbîn, Musizyen Hebun Yuksekbag û Hivda Gokel.
Navên kesên biryara binçavekirina wan heyî jî wiha ne: “Şagirt Şirîn Çoban, muzîsyen Adar Bozaner û Cejna Saruhan û şagirt Songul Dîşbudakin. Dema polîsan ser malên wan de girtin ne li malê bûn.
HATAY
Li navçeyên Antakya, Dortyol û Îskenderun yên Hatayê jî di 25’ê Mijdarê de 10 kes hatin binçavkirin û niha li Midûryeta Polîsan a bajêr tên girtin. Bi îdîaya “Endamê rêxistinê” 10 kes hatin binçavkirin û dema binçavakirina wan hat dirêjkirin.
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Şehmuz Taşan, Ahmet Bariş, Abdullah Oskar, Selahattîn Efeturk, Ahmet Ozgeyîkçî, Mehmet Hantaş, Şîar Beştaş, Omer Alataş û navê du kesên din nehat zanîn.
ANTALYA
Li taxên Antalyayê jî di 24’ê Mijdarê de, polîsan bi ser malan de girtin û 8 kes binçavkirin. 8 kesên li Midûryeta Polîsan a bajêr tên girtin, ji bo dosyaya wan biryara veşartî hat dayîn û demê binçavkirina wan hat dirêjkirin.
Hat zanîn ku 8 kes bi îdîaya di parvekirinên medyaya civakî de “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin.