Leşkerekî din dîsa bêdeng hat veşartin!

  • rojane
  • 11:58 29 Mijdar 2017
  • |
img
MÊRDÎN – Çawişê pispor Okan Arinan ê di 17'ê mijdarê de li Navçeya Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, bi awayek bêdeng spartin axê. Sîteyên herêmî yên di serî de Arinan “şehît” îlan kirin piştre gotin jiyana xwe ji dest daye. Derbarê merasîma cenazeya Arinan de jî tenê ji aliyê serokê AKP’ê ve wêne hatin parvekirin. 
 
Çawişê pispor Okan Arînan ê di 17'ê mijdarê de li çoltara Nisêbînê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî di 19’ê mijdarê de li mizgefta Beyazit a taxa Yeşiltepeya navçeya Tepebaşi ya Eskişehirê bêdeng hat veşartin. 
 
TU RAYEDARAN DENG DERNEXIST 
 
Derbarê mirina Arinan de Serfermandariya Leşkerî ya Tirkiyeyê, Wezareta Parastinê ya Fermî û walitiyên têkildar, tu daxuyanî nedan. Walitiya Mêrdînê jî tenê ragihand ku di 17’ê mijdarê de operasyon hatiye dest pê kirin û di operasyonan de gelek muhimmat hatine bidestxistin. 
 
SÎTEYÊN HERÊMÎ: ŞEHÎT KET  
 
Dîsa Ajansa Anadoluyê (AA) û çapemeniya netewî jî li ser bûyerê tu nûçe çênekirin. Tenê sîteyên herêmî yên li Eskişehirê derbarê Arinan de nûçeyên kurt çêkirin û gotin Arinan şehit ketiye. Her wiha li ser hin hesabên twitterê jî parvekirinên derbarê mirina Arinan de hatin parvekirin. Di nûçeyên ku sedema mirina Arinan wek pevçûn aşkere dikirin de ev agahî hatin parvekirin: “Çawişê pispor ê bi navê Okan Arinan ê ji Eskişehirê ye di pevçûneke li Nisêbîna Mêrdînê qewimî de şehît ket. Em sersaxî ji malbata şehîdê xwe re dixwazin.” Hin sîteyên herêmî jî derbarê bûyerê de nûçeyek bi vî awayî çêkir: “Çawişê pispor ê bi navê Okan Arinan ê di sala 1992’an de hat dinê û navê diya wî Nuran e li Mêrdînê vefat kir. Dê cenazeya wî li mizgefta Beyazitê ya navçeya Yeşiltepeyê were veşartin. Dê ji taxên Mihalgazî û Bozaniçê di sat 11’an de wesayît rabin. Xwedê rehma xwe lê bike.”
 
SÎTEYÊN NÛÇE ÇÊKİRİN DI MERASÎ MÊ DE TUNE BÛN!
 
Hin sîteyên ku derbarê mirina Arinan de nûçe çêkirin û beşdarî cenazeya wî nebûn ev in:
 
“http://www.eskisehir.net/Haber/HaberDetay/15139,  
 
http://www.esgundem26.com/guncel/eskisehir-e-sehit-atesi-dustu-h11230.html, 
 
http://www.anadolugazetesi.com/eskisehirli-uzman-cavus-mardin-de-vefat-etti-75609.html, 
 
http://www.sanalbasin.com/sehit-atesi-eskisehire-dustu-aci-haber-22231189,  
 
http://www.anadolugazetesi.com/eskisehirli-uzman-cavus-mardin-de-vefat-etti-75609.html,
 
http://eskisehirdenhaberler.com/2017/11/17/eskisehirin-sehidi-var/, 
 
http://www.eskisehirgundem.com/?sec=1&newscatid=1&newsid=122988, 
 
 http://www.haberci26.com/sehit-atesi-eskisehire-dustu/3626/, 
 
http://www.eskisehir.media/Haberler/Detay/4976/sehit-atesi-eskisehire-dustu”
 
 
 DI SERÎ DE GOTIN “ŞEHÎT” PIŞTRE GOTIN ‘VEFAT’ KIRIYE
 
Hin siteyên ku gotibûn Arinan di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye piştî demekê nûçeyên xwe li ser lînkan rakirin. Sîteya bi navê “http://www.ajans26.com” ku ji Eskişehirê weşanê dike jî ji van yek e. 
Sîteyê li ser lînka “http://www.ajans26.com/404.html” nûçe parve kir lê belê piştî demekê nûçe rakir. 
Her wiha hin siteyên ku di serî de Arinan re gotibûn “şehît” jî piştî demekê gotin “vefat” kiriye. 
 
SEROKÊ YEKITIYA KEYAYAN SÎTEYA XWE GIRT
 
Derbarê mirina Arinan de Serokê Komelaya Yekitiya Keyayên Taxan a Eskişehirê û keyaya taxa Hoşnudiyeyê Figen REnçber jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hin parvekirin parve kirin. Rençber a li ser hesabê xwe yê Facebookê mirina Arinan daxuya kiribû piştî demeke kurt rûpela xwe temamî girt. 
 
SEROKÊ TEPEBAŞI YÊ AKP’Ê BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛ
 
Derbarê merasîma veşartina cenazeyê Arinan de tenê ji aliyê Serokê Tepebaşiyê ya AKP’ê Ibrahîm Yilmaz Kaynarca wêne hatin parvekirin. Kaynarca di hesabê xwe yê twitterê de (https://twitter.com/ak_fatih26) ev şîrove kirin: “Em beşdarî cenazeya çawişê pispor Okan Arinan bûn. Xwedê rihma xwe lê bike.”
 
Her wiha sîteya fermî ya Eskişehirsporê jî bi têkildarî bûyerê parvekirinek bertekê bi xwînerên xwe re parve kir. 
 
EV NE YEKEMÎN E!
 
Li herêma Besta ya Şirnexê jî di 9’ê Kewçerê de pevçûn derketibû û çawişê pispor ê bi navê Mehmet Can jiyana xwe ji dest dabû. Can bi awayek veşartî li Arnavutkoyê ya Stenbolê hatibû veşartin. Ji bo Can tu nûçe nehatibûn çêkirin û rayedaran ji Can re gotibû kurê we întixar kiriye. 
 
 MA / Gokhan Altay

Sernavên din

30/11/2017
14:17 100 hezar TL ceza li Keskîn û Çapan hat birîn
13:52 Bakurê Sûriye diçe ser sindoqan
12:56 Bi zorê dan mêrekî, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:55 Li Êzidxanê kêliya azadiya 4 jinan
12:52 Girtiyên hatin sewqkirin rastî lêgerîna tazî hatin
12:21 Cezayê doza kuştina Ugur Kantar ê li 'Dîsko' hat kuştin taloq kirin
12:08 HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike
11:49 Mamosteyê Îmam Hatîpê bi kesê komkujiya 10'ê Cotmehê pilan kir re axivî
11:46 Parêzerên Ocalan cara 709’emîn serî li dozgeriyê dan
11:29 Têkildarî kuştina xwendekarê zanîngehê 2 kes hatin girtin
11:26 Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste
11:08 Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye
11:04 Dibe ku sibe Nuriye bînin dadgehê
10:26 Qedexeya herî dem dirêj 2 sal e dewam dike
09:52 Li Sêrtê hezaz: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:45 Sûriye piştî şerê 6 salan niha li çareseriyê digere
09:33 ‘Sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin’
09:29 ‘Tevî hemû zor û zehmetiyan hînî bazarvaniyê bûm’
09:23 ‘Fatûreya krîza aborî li karkeran tê birîn’
09:21 Duh bombe, îro mohr
09:20 30 sal in girtî ye û nayê dermankirin
09:20 Şaredarî ji bo dewlemendan tev digere!
09:19 Ciwanên HDP’î piştî hatin girtin tax bû navenda tiryakê
09:18 Malbatê gora kurê xwe amade kir lê cenaze nayê radestkirin
09:16 Şanoya Mencel di 4’ê Kanûnê de derdiveke ser dikê
09:16 Zêrfiroşên Wanê dikanên xwe digirin
09:15 Qedexeyên zozanan sewalkarî qedand
09:14 Bi dirûtina kincên herêmî çandê diparêze
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2017'AN
29/11/2017
18:52 Zarrab wekî şahid derket pêşberî dadger: Atilla piştgirî da me
17:51 Keskîn: Cînayeta Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min
17:16 Hemû çalakî mehek din li Wanê hatin qedexekirin
16:50 CHP'ê êrîşa li dijî gorên elewiyan ji Soylu pirsî
15:46 ‘Ne gilî û gazin divê em rabin ser piya’
15:32 Jinên Rihayî ji bo Belkis çalakî lidarxistin: Em ê bêdeng nemîn in
14:18 Li Kolana Yukselê 8 kes hatin binçavkirin
13:53 Doza Zeydan bêyî parêzeran dest pê kir
13:52 Xwendekarekî Zanîngeha Kafkasê hat kuştin
13:43 Li 5 navçeyan 14 kes hatin binçavkirin
13:00 Di hefteyekê de li Çukurova 75 kes hatin binçavkirin
12:35 'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’
12:23 Ev çi cazîbe ye: 18 sal borîn, lê razemeniyek jî nekirin
12:15 Demokratîk Modernîte bi nîqaşa ‘Demokrasiya radîkal” li bayiyan e
12:00 ‘Hilweşandina li Sûrê dê pirsgirêkan kûrtir bike’
11:58 Leşkerekî din dîsa bêdeng hat veşartin!
11:47 ‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’
10:45 Tirkiyeyê ji bo wekîlên HDP'ê parastin da DMME'ê
10:41 Yekîtiya gelên Idlib û Efrînê Yekîtiya pêşeroja Sûriyeyê ye
10:17 Li 42 gundên Amedê qedexe hat îlankirin
09:48 Dozgerê Elçi ‘terorîst’ îlan kir, got ‘şaşiyeke madî’ ye
09:47 Kesk sor û zer li dawetên Cizîrê qedexe kirin
09:46 Parêzerê ÇHD’î: Li edliyeyan kar bi derqanûniyî tên birêvebirin
09:45 'Av pir e lê ava vexwarinê tune ye’
09:44 Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe
09:27 Civîna endamên DBP’ê jî sûc hat hesibandin!
09:26 Warên dîrokî yên Hatayê di bin gefa RES’an de ne
09:25 Hozan Kazo: Kilaman nebêjim ez ê di nav êşa xwe de bifetisim
09:24 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kir: Her dem çalak e
09:23 Encamên DNA’yê hene, lê cenaze tune ne
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017'AN
28/11/2017
20:42 MGK bi dawî bû: Li hemberî Efrînê sinyala lidarxistina operasyonekê
18:13 Cara 708'an serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:45 Reza Zarrabê mikur hat dê bibe şahidê Atîlla
16:58 Helbestvan Mustafa Gazî çû ser dilovaniya xwe
16:14 Kesên avahiya HDP'ê şewitandin hatin beraetkirin
15:52 HDP: Soylu bi heqaretên xwe kînê bi pêş dixe, divê bê darizandin
15:39 Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê
15:23 Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:14 35 kes li Wanê hatin binçavkirin
15:06 Doza Halîde Ozpolat hat taloqkirin
15:02 3 parêzerên li Mêrsînê beraet kirin
14:55 Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin
14:53 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê beyî Tahîr Elçî hat dîtin
14:45 Hevseroka HDP’ê Karaoglan hat girtin
14:21 Elçî di 10.53'an de bibîr anîn: Kuştina wî bû mîlada serdema tarî
13:35 Salek e kujerên 11 zarokan nehatin cezakirin
13:33 Başkaya: Nîv sedsal derbas bû, di eniya xespê de guhertin tune
12:35 Nasnameya jinê ku kirdeya nûçeyê ye tune tê hesibandin
12:29 Antike Babat hat berdan
12:17 Rêveberê Komeleya 78'an Çerçel hat binçavkirin
12:16 Maşîneyên barê wan giran pira dîrokî texrîb dikin
11:57 ‘Bi pergala Îmraliyê dixwazin projeya jinan tune bikin’
11:37 Girtiyan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kirin
11:36 Di doza Zarrab de îdîanameya nû di rê de ye
11:23 'Kuştina Elçî bê zelalkirin, dê gelek bûyerên faîl ne diyar jî zelal bike'
10:50 Parêzerên Ocalan cara 708’emîn serî li dozgeriyê dan
10:39 Erdogmuş: Hikumet li ser cenazeyan siyasetê dike
10:32 HDP'ê cenazeyên nedane malbatan ji Soylu pirsî
09:46 Nexşeya qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê
09:24 Li vî gundê mezin hêj pergala qenalîzasyonê tune ye
09:23 'Yên aborî xistin vî halî dê hesap bidin'
09:23 Sêvên Dirêj tenê li Kaxizmanê xweş in
09:22 Pirsa tecrîtê ji rayedaran kirin: Gelo em çima xwe ceza dikin?
09:21 Walîtiyê tenê pereyê ‘camên şikestî’ da malbatê
09:20 Dadgeha Bilind biryara 'Faşîzma Erdogan' xirab kir
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike