‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’

img

ENQERE - Doza Reza Zarrab a li DYA'yê dewam dike û êdî piştrast bû ku bûye îtirafkar. Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, aşkera kir ku di çarçoveya dozê de di destê DYA'yê de gelek agahî hene û wiha got: "Heke van agahiyan hemûyan bixebitînin, dê li Tirkiyeyê hikumet bikeve."

Doza Reza Zarrab a berê li Tirkiyeyê nexwestin bê dîtin, xelat danê û wekî "welatiyê hêja" hatibû pênasekirin. Zarrab di navenda dozê de cih digire û doz li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dewam dike. Doza ku gihiştiye astekî, êdî piştrast bû ku Zarrab bûye îtirafkar. Di dozê de Alîkarê Midurê Giştî yê berê yê Halk Bankê Hakan Atîla jî bi girtî tê darizandin. Li bendê ye ew jî sibê tev li dozê bibe û hin tiştan îtiraf bike.
 
WELATIYÊ HÊJA BÛ ÎTIRAFKAR
 
Piştî Zarrab bû îtirafkar, yên berê ew wekî "welatiyê hêja, rekortmenê bacê" pênase dikirin û xelat didanê, niha dibêjin ku "canê wî di dojehê de, çi halê wî heye bila bibîne" û çêran lê dikin. Rayedarên AKP'ê hêj tiştên balkêş dibêjin û diyar dikin ku di armancê de Erdogan û rêveberên AKP'ê hene. Ji xwe berê digotin ku "me ambargoya li ser Îranê kun nekiriye", di rojên dawî de ev sûcdariyên der barê xwe de qebûl kirin.
 
DI DESTÊ DARAZA DYA'YÊ DE AGAHÎ GELEKIN
 
Berpirsyarê Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, darizandin nirxand û diyar kir ku her çendî di darizandina li DYA'yê de Zarrab hebe jî, zêdetir dixwazin tora têkiliyên ku Zarrab di nav de bê zelalkirin. Ozdoy, aşkera kir ku di vê torê de jî burokrat, wezîr, ferdên malbata AKP'iyan hene û wiha axivî: "Em niha tenê beşeke piçûk a vê dibînin. Di rojên pêş de dibe ku toreke hêj berfirehtir derkeve holê. Di dawiya vê de dê Tirkiye di qada navneteweyî de pirsgirêkek îmajî ya cidî bijî. Dê li dijî Halk Bank û bankayên din tevdîr bên girtin. Bûyerên bertîlê hene. Nelêrêtî hene û dê ev hemû derkevin holê."
 
NAVÊ ZAVA Û BÎLAL VEKIRÎ DERBAS DIBE
 
Ozsoy destnîşan kir ku piştî Zarrab li Tirkiyeyê bê sûc hat dîtin, îstixbarata DYA'yê hêj zêdetir rewş cidî girtiye û piştrast kir ku di destê daraza DYA'yê de gelek agahî hene. Ozsoy, da zanîn dê doz xwe bigihîne kuderê ne zelal e û diyar kir ku navê kurê Erdogan Bîlal Erdogan û zavayê wî Beraat Albayrak bi vekirî derbas dibe.
 
Ozsoy bal kişand ser bertekên hikumeta AKP'ê yên der barê dozê de û anî ziman ku hikumetê gotiye ku "Em dikarin Zarrab ji wir bigirin, bi hin bazaran em dikarin li ser vî karî bigirin", di vî warî de hin hewldan bi pêş xistiye û wiha pê de çû: "Niha ew derî hat girtin. Zarrab bû şahid û der barê rayedarên li Tirkiyeyê de îfade da. Ihtimalek mezin dê demek şûn de Alîkarê Midurê Giştî yê Halk Bankê jî helwesta xwe biguherîne. Ev yek dê têkiliyên di navbera Tirkiye û DYA'yê de hêj xirabtir bike." 
 
Ozsoy anî ziman ku hikumetê darizandina Zarrab wekî "komplo" pênase dike, lê ev jî tu qîmeta xwe tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Darizandina Zarrab li Tirkiyeyê hat astengkirin. Daraza DYA'yê ji Tirkiyeyê re got ku 'delîlên di destê xwe de daynin holê.' Komara Tirkiyeyê di nav vî karî de ye û heke Zarrab biaxive, dê doz berfireh bibe. Dê heta kuderê berfireh bibe ew nayê zanîn."
 
LI DIJÎ DOZA ZARRAB DÎPLOMASIYA DÎLGIRTINÊ 
 
Ozsoy derbirî ku di navbera Tirkiye û DYA'yê de hin pirsgirêk hene û ji şêweyê rêveçûna dozê cuda, aliyên dozê yên siyasî jî hene, aliyên wê yê siyasî jî wiha nirxand: "Ji bo doza Zarrab bê girtin hin hewldan çêbûn, di navbera her du dewletan de hin peyman hebûn. Hin kesên dîl hatibûn girtin hene. DYA'yê ji vê re gotibû 'dîplomasiya dîl girtî.' Li cihekî ew qas pirsgirêk hene, li ser meseleya Zarrab hin hesabên polîtîk hatin kirin. Mesele ne helwesta polîtîk a dadgehê ye. Ev rewşeke siyasî ya dewletekî ye." Ozsoy destnîşan kir ku heke wekî berê raya giştî ya DYA'yê û siyasetê piştgirî bida Erdogan, dê meseleya Zarrab ew qas nehata rojevê û got ku "Çapemeniyê bi berfirehî ahagiyên di vê der barê de parve kirin. Sedema sereke jî hêrsa li dijî Erdogan e."
 
RÊVEBERIYA ERDOGAN DIXWAZE EMRÊ XWE DIRÊJ BIKE
 
Ozsoy herî dawî da zanîn ku Erdogan di 4 salên dawî de hewl dide li ser piyan bisekine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Yekitiya Ewropayê (YE) û DYA êdî Erdogan naxwaze. Ji ber wê Erdogan xwe spart nijadperest û netewperestan. Ji ber wê ye di meseleya kurd de xwe wekî baz dide nîşan. Di qada navxweyî de xwe dispêre nijadperestan, di qada navneteweyî de jî xwe dispêre Rûsyayê. Erdogan hemû pireyên bi rojavayiyan re rûxandin, dibe ku hêj zêde nêzî Rûsyayê bibe. Di serê wî de fikreke 'heke ez biçim jî ez dikarim bi Rûsya û beşên din re emrê xwe dirêj bikim' û bi vê xewnê dijî."
 
MA / Kenan Kirkaya
 

Sernavên din

30/11/2017
14:17 100 hezar TL ceza li Keskîn û Çapan hat birîn
13:52 Bakurê Sûriye diçe ser sindoqan
12:56 Bi zorê dan mêrekî, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:55 Li Êzidxanê kêliya azadiya 4 jinan
12:52 Girtiyên hatin sewqkirin rastî lêgerîna tazî hatin
12:21 Cezayê doza kuştina Ugur Kantar ê li 'Dîsko' hat kuştin taloq kirin
12:08 HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike
11:49 Mamosteyê Îmam Hatîpê bi kesê komkujiya 10'ê Cotmehê pilan kir re axivî
11:46 Parêzerên Ocalan cara 709’emîn serî li dozgeriyê dan
11:29 Têkildarî kuştina xwendekarê zanîngehê 2 kes hatin girtin
11:26 Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste
11:08 Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye
11:04 Dibe ku sibe Nuriye bînin dadgehê
10:26 Qedexeya herî dem dirêj 2 sal e dewam dike
09:52 Li Sêrtê hezaz: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:45 Sûriye piştî şerê 6 salan niha li çareseriyê digere
09:33 ‘Sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin’
09:29 ‘Tevî hemû zor û zehmetiyan hînî bazarvaniyê bûm’
09:23 ‘Fatûreya krîza aborî li karkeran tê birîn’
09:21 Duh bombe, îro mohr
09:20 30 sal in girtî ye û nayê dermankirin
09:20 Şaredarî ji bo dewlemendan tev digere!
09:19 Ciwanên HDP’î piştî hatin girtin tax bû navenda tiryakê
09:18 Malbatê gora kurê xwe amade kir lê cenaze nayê radestkirin
09:16 Şanoya Mencel di 4’ê Kanûnê de derdiveke ser dikê
09:16 Zêrfiroşên Wanê dikanên xwe digirin
09:15 Qedexeyên zozanan sewalkarî qedand
09:14 Bi dirûtina kincên herêmî çandê diparêze
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2017'AN
29/11/2017
18:52 Zarrab wekî şahid derket pêşberî dadger: Atilla piştgirî da me
17:51 Keskîn: Cînayeta Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min
17:16 Hemû çalakî mehek din li Wanê hatin qedexekirin
16:50 CHP'ê êrîşa li dijî gorên elewiyan ji Soylu pirsî
15:46 ‘Ne gilî û gazin divê em rabin ser piya’
15:32 Jinên Rihayî ji bo Belkis çalakî lidarxistin: Em ê bêdeng nemîn in
14:18 Li Kolana Yukselê 8 kes hatin binçavkirin
13:53 Doza Zeydan bêyî parêzeran dest pê kir
13:52 Xwendekarekî Zanîngeha Kafkasê hat kuştin
13:43 Li 5 navçeyan 14 kes hatin binçavkirin
13:00 Di hefteyekê de li Çukurova 75 kes hatin binçavkirin
12:35 'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’
12:23 Ev çi cazîbe ye: 18 sal borîn, lê razemeniyek jî nekirin
12:15 Demokratîk Modernîte bi nîqaşa ‘Demokrasiya radîkal” li bayiyan e
12:00 ‘Hilweşandina li Sûrê dê pirsgirêkan kûrtir bike’
11:58 Leşkerekî din dîsa bêdeng hat veşartin!
11:47 ‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’
10:45 Tirkiyeyê ji bo wekîlên HDP'ê parastin da DMME'ê
10:41 Yekîtiya gelên Idlib û Efrînê Yekîtiya pêşeroja Sûriyeyê ye
10:17 Li 42 gundên Amedê qedexe hat îlankirin
09:48 Dozgerê Elçi ‘terorîst’ îlan kir, got ‘şaşiyeke madî’ ye
09:47 Kesk sor û zer li dawetên Cizîrê qedexe kirin
09:46 Parêzerê ÇHD’î: Li edliyeyan kar bi derqanûniyî tên birêvebirin
09:45 'Av pir e lê ava vexwarinê tune ye’
09:44 Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe
09:27 Civîna endamên DBP’ê jî sûc hat hesibandin!
09:26 Warên dîrokî yên Hatayê di bin gefa RES’an de ne
09:25 Hozan Kazo: Kilaman nebêjim ez ê di nav êşa xwe de bifetisim
09:24 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kir: Her dem çalak e
09:23 Encamên DNA’yê hene, lê cenaze tune ne
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017'AN
28/11/2017
20:42 MGK bi dawî bû: Li hemberî Efrînê sinyala lidarxistina operasyonekê
18:13 Cara 708'an serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:45 Reza Zarrabê mikur hat dê bibe şahidê Atîlla
16:58 Helbestvan Mustafa Gazî çû ser dilovaniya xwe
16:14 Kesên avahiya HDP'ê şewitandin hatin beraetkirin
15:52 HDP: Soylu bi heqaretên xwe kînê bi pêş dixe, divê bê darizandin
15:39 Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê
15:23 Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:14 35 kes li Wanê hatin binçavkirin
15:06 Doza Halîde Ozpolat hat taloqkirin
15:02 3 parêzerên li Mêrsînê beraet kirin
14:55 Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin
14:53 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê beyî Tahîr Elçî hat dîtin
14:45 Hevseroka HDP’ê Karaoglan hat girtin
14:21 Elçî di 10.53'an de bibîr anîn: Kuştina wî bû mîlada serdema tarî
13:35 Salek e kujerên 11 zarokan nehatin cezakirin
13:33 Başkaya: Nîv sedsal derbas bû, di eniya xespê de guhertin tune
12:35 Nasnameya jinê ku kirdeya nûçeyê ye tune tê hesibandin
12:29 Antike Babat hat berdan
12:17 Rêveberê Komeleya 78'an Çerçel hat binçavkirin
12:16 Maşîneyên barê wan giran pira dîrokî texrîb dikin
11:57 ‘Bi pergala Îmraliyê dixwazin projeya jinan tune bikin’
11:37 Girtiyan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kirin
11:36 Di doza Zarrab de îdîanameya nû di rê de ye
11:23 'Kuştina Elçî bê zelalkirin, dê gelek bûyerên faîl ne diyar jî zelal bike'
10:50 Parêzerên Ocalan cara 708’emîn serî li dozgeriyê dan
10:39 Erdogmuş: Hikumet li ser cenazeyan siyasetê dike
10:32 HDP'ê cenazeyên nedane malbatan ji Soylu pirsî
09:46 Nexşeya qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê
09:24 Li vî gundê mezin hêj pergala qenalîzasyonê tune ye
09:23 'Yên aborî xistin vî halî dê hesap bidin'
09:23 Sêvên Dirêj tenê li Kaxizmanê xweş in
09:22 Pirsa tecrîtê ji rayedaran kirin: Gelo em çima xwe ceza dikin?
09:21 Walîtiyê tenê pereyê ‘camên şikestî’ da malbatê
09:20 Dadgeha Bilind biryara 'Faşîzma Erdogan' xirab kir
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike