Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye

  • rojane
  • 15:24 22 Îlon 2019
  • |
img
EDENE – Li navçeya Seyhana Edeneyê zarokê 11 salî rastî îstîsmara zayendî û nijadî hatibû. Li dijî vê yekê welatiyên Sûriyeyî yên li Seyhanê dijîn; bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev êrîş bi zanebûn û plan e û ewlehiya wan tune ye. 
 
Di 19'ê Îlonê de li Taxa Dumlupınar a Navçeya Seyhana Edeneyê zarokê 11 salî rastî îstîsmara zayendî û nijadî hatibû. Piştî zarokê 11 salî rastî êrîşa zayendî hat, welatiyên taxê bi ser gelek mal û kargeriyên Sûriyeyê de girtin û welatiyên Sûriyeyê rastî êrîşa lîncê hatin. Waliyê Edeneyê di 20'ê Îlonê de daxuyanî da û got 'Li navçeya Seyhanê zarokê 11 salî rastî îstîsmara zayendî ya A.K. yê 15 salî hatiye û A.K., hatiye girtin. Li gel vê yekê welatiyên taxê êrîşî welatiyên Sûriyeyî kirin û xwestin welatiyên Sûriye taxê terk bikin. Welatiyên Sûriye yên rastî êrîşan hatin bertek nîşan dan û xwestin bûyerê nexin stuyê hemû Sûriyeyîyan.
 
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezaıreta Karên Hundir, di sala 2019'an de, li Edeneyê 238 hezar û 234 welatiyên Sûriye dijîn. Piraniya welatiyên Sûriye yên li Edeneyê li taxên Kocavezir, Meydan, Mirzaçelebi û Gulpınar  ên Navçeya Seyhanê dijîn. Li van taxan bêtir welatiyênk Tirk, Ereb û Kurd dijîn. Welatiyên Sûriye yên ji Sûriye hatine bêtir ji Bajarê Helebê hatine li vir bi cih bûne. Taxa Kocavezir û Mirzaçelebî ji ber ku zêde welatiyên ereb û ji Helebê hatine dijjîn wekî "Taxa Halepê" tê zanîn. Welatiyên Sûriye yên hatine li Tirkiye bi cih bûne wekî sedema krîzê tên pênasekirin. Lê welatiyên ji şer reviyane û hatine ji hemû mafê aborî, tenduristî û perwerdehiyê dûr in. Di 19'ê Îlonê de piştî li Navçeya Seyhan a Edene zarokê 11 salî rastî îstîsmara zayendî hat, welatiyên Sûriye yên li Edeneyê dijîn rastî êrîşa lîncê hatin. Welatiyên Sûriye bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku pêwiste bi hestên nijadperestî tev negerin. Piştî bûyerê nêzî 200 mal û kargeriyên Sûriyeyîyan û nêzî 60 maşîneyên Sûriyeyîyan rastî êrîşa nijadperestî hatin û welatî rastî êrîşa lîncê hatin. Têkildarî bûyerê nêzî 70 kes hatin binçavkirin. Piştî bûyerê bi hezaran polîs û bi sedan maşîneyên zirxî hatin taxê û tax xistine bin dorpêçê.
 
Welatiyên Sûriye yên piştî bûyerê rastî êrîşa nijadî hatin, niha nikarin ji malên xwe derkevin. Li ser dikanên Sûriyeyîyan ên rastî êrîşan hatin ala Tirk bi wan ve hatin daliqandin. Li ser hin dikanan jî "Turk" û "TC" hat nivîsandin. Tax bi alên Tirk hatin rengandin. Welatiyên Sûriye yên li taxê dijîn diyar kirin ku ew hateyê nadin van êrîşan. Welatiyan diyar kirin ku ew nizanin sûcê wan çiye û çima êrîşî wan dikin. Welatiyên Sûriyeyê anîn ziman ku niha di bin êrîşên lîncê de ne û ewlehiya wan tune ye. 
 
Welatî Muhammed Hasan Beker, diyar kir ku 4  salin li Seyhanê esnaf e û wiha got: "Piştî bûyerê komekê dirûşmeya “Em Sûriyeyîyan naxwazin" û êrîşî dikana min kirin. Niha 20 hezar TL zerara min çêbûye. Dema êrîşî dikanên me dikin polîs mudaxale nake. Ger ku Sûriyeyîyan naxwazin em biçin." 
 
MEDYA SOR DIKE 
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Îlhan Ongor, bertek nişanî êrîşên nijadperest da û wiha got: "Bûyer bi zanebûn û plankirî ye. Polîs dereng mudaxaleyî van bûyeran dike. Medya dema van nuçeyan îstîsmarê çêdike bi zanebûn faîlên Sûriyeyî wekî "Sûriyeyî" nîşan dide û welatiyên Sûriyeyî dikin hedef. Bi van nûçeyan li dijî welatiyên Sûriye kîn û nefretê pêş dixin. 
 
'PEYVÊN NIJADPEREST ME DIXE NAVA FIKARAN'
 
Ongor, destnîşan kir ku peyvên nijadperest û nifrînê rê li pêş tundiyê vedike û ev yek wan dixe nava fikaran û wiha got: "Bûyer bi zanebûn û organîze ye. Polîs dereng mudaxele dikin. Bi taybetî divê dewlet li hemberî civakê û wilatiyan berpirsiyar tev bigere. Divê erka xwe pêk bîne. Koçberên Sûriye di têkiliyên qada navdewletî û neteweyî de divê teqez nebe mijara bazar û bazirganiyê. Teqez divê vê nerîna bazarê terk bikin." 
 
MA / Hamdullah Kesen
 
 

Sernavên din

22/09/2019
15:24 Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye
15:18 Ji bo bajarên bêtirimpêl bisiqlet ajotin
14:34 Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin
14:26 35 rojin Nobeta Demokrasiyê digirin
14:07 Jinên Êzîdî: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
12:54 Bi nivîsên li ser dîwaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
10:40 Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe
10:11 Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin
09:39 Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn
09:12 Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan
09:11 Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin
09:10 ‘Rewşa Ergîn Aktaş di asta mirinê de ye'
09:06 Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG
09:04 Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye
09:02 'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e'
09:01 Hîn jî 'bûkok'an çê dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
21/09/2019
23:59 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn
16:55 Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan
16:39 Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
16:28 Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
16:14 Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin
16:10 Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling
16:09 Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî
15:46 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?
15:35 Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da
15:35 Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke
15:25 ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin
15:10 Turkdogan bang li darazê kir: Demildest dest ji vê xeletiyê berdin
14:55 Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin
14:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e
14:44 Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin
14:33 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
14:21 Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin
14:14 Nobeta Demokrasiyê li Qoserê dewam kir: Emê serî netewînin
14:03 Temellî bang li Meclîsê kir: Li dijî pergala bêbinî îradeya xwe nîşan bide
13:57 Partiyên Kurd: Navnîşana hemû pirsgirêkan TBMM ye
13:55 Ji Erdogan îtîrafa biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş: Em wan bernadın
13:26 Jinên xemilandî dê sibê bisiqlêt bajon
12:31 HDP’ê Îbrahîm Ayhan bi bîr anî
11:03 Esker li Farqînê li malbatan ferz dikin ku biçin ber HDP'ê
10:21 Jinên ji ber ku gotin ‘Em dixwazin bijîn’ hatibû binçavkirin hatin berdan
10:17 Bendava Ilisûyê dê ekosîstema Mezopotamyayê serûbin bike
09:07 'Dizê paraşûtan' dîsa kirin serokê daîreya ciwanan
09:06 Teatra Jiyana Nû, Rojên Şanoya Kurdî li dar dixe
09:05 Daxwaza dayikeke 87 salî: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:05 Rapora mifetîşên milkiyeyê: Bila Serokwezîr şaredaran tayîn bike
09:04 Dayik: 6-7 gardiyanan bi hev re li kurê min xistin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2019'AN
20/09/2019
23:11 Li Iraqê teqînek pêk hat: 9 kes mirin
22:58 Neslîcan Tay jiyana xwe ji dest da
22:34 Demirtaş dîsa hat girtin
18:01 Apê Mûsa li ser gora wî bibîr anîn: Em ji te hîn bûn ku zilm ne qeder e
17:49 Xwestin Yuksekdag û Demîrtaş ji nû ve bêne girtin
16:16 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:58 Hevşaredarên Pasûrê sewqî Girtîgeha Osmaniyê kirin
15:52 Nobeta Demokrasiyê didome: Qeyûm koletiyê; berxwedan azadiyê pêş dixe
15:25 Baroya Amedê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
15:24 Doza Leyla dest pê kir: Bavê Leyla şikê ji hin kesên din dike
15:15 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Ji bo dozger mutalaayê amade bike dem xwest
14:42 Li Wanê Nobeda Demokrasiyê: Qeyûm destpêkê êrîşî jinan dike
14:21 Di doza Avahiya Yeşilyurtê de bersûc serbest berdan
14:05 Binçav kirina li ber AKP dîsa dewam kir
13:57 Doza 5'ê Hezîranê: Guhdarkirina Davutoglu fêdê nade dosyayê!
13:36 ‘Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên welat çareser nabin’
13:27 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo dayikan banga 'çareseriyê' kir
12:34 Guven li Cizîrê bang kir: An em ê tifaqê avabikin, an jî ew ê lîstîqên qirêj dewam bikin
12:22 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:50 Li Edenê, 40 kesên êrîşî koçberên Sûriyeyî kirin hatin binçavkirin
11:30 Turkdogan: Ji leşkerên dîl girtî name hat, me hevdîtin bi Meclîsê re kir, bi Îmraliyê hat axaftin
10:46 Pekoz: Çareseriya QSD di nav de cih digire wê were ser mase yê
10:02 Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê pirtûkek qedexe kir
09:39 Karkerên înşaetê: Sektora înşaetê xelas dibe
09:11 Biryara der barê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de: Ewlehiya neteweyî tehdît dike
09:10 'Dixwazim zarokê wan bi xwe pêlîstokên xwe çêkin'
09:09 Ji bo avê hatin, niha jî ji ber avê diçin!
09:09 Polîs li Cizîrê malan arasteyî çalakiyên pêş HDP'ê dikin
09:08 Naxwazin di zivistanê de li derve bimînin
09:08 ‘Ger daxwazên wî neyên qebûlkirin wê greva birçîbûnê bidomîne'
09:08 Dayika ku nehiştin cenazeyê keça xwe veşêre: Nehiştin ez destê xwe jî bidimê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2019'AN
08:58 Kesên li dijî îstîsmara zayendî daketin kolanan êrîşî Sûriyeyiyan kirin
19/09/2019
19:39 Got, 'zarokên min birçî ne' û xwest întihar bike
16:21 Ji dayika 15 salin endama AKP’ê ye re gotin: Ger hûn werin em ê we bigirin
16:11 'Em her roj li vir in'
15:41 Heyeta HDP'ê serdana TEPAV'ê kir
15:33 Dema malbatan daxwaza aştiyê kir ji qeydê derketin
15:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:15 Hevjînê Yilmaz ê hat revandin: Em diçin ber lingê Soylu jî me qebûl nake
15:03 Dayika Çekdar Yurek: Kurê min berdin
14:54 HDP giliyê Yenî Şafakê dike
14:36 'Em ê li dijî qeyûman têbikoşin'
14:15 Bulbul: Me AKP’ê dabeşî sisêyan kir
14:11 Guven: Ne em Soylû ciwanan dişîne çiya
13:37 Înîsiyatîfa Kavaklikê: Banga îfadeyê li 11 hevalên me kirine
13:09 Doza derbarê kuştina Leyla Aydemîr wê sibe dest pê bike
12:56 Îçten ê AKP’î: Ez serî radikim û îstîfa dikim
12:40 ÎHD: Li Pasûrê vîna gel hatiye desteserkirin
12:00 ‘Înfaz, gorên komî û bîr têra şênberiyê nakin gelo?’
11:54 Îbrahîm Ayhan wê bê bibîranîn