ENQERE - Tirkiyeyê, der barê hevserokên girtî yên HDP'ê û wekîlên partiyê de 130 rûpel parastin şand DMME'yê.
Tirkiyeyê, der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Giştî ya wekîltî û endamtiya wê hat xistin Fîgen Yuksekdag û wekîlên HDP'ê de 130 rûpel parastin şand Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
HDP'ê di 17'ê Mijdara 2016'an de ji bo wekîlên wê bên tahliyekirin, serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) dabû. Piştî ku encam negirtibû di 17'ê Gulanê de serî li DMME'yê dabû. DMME'yê jî di meha Hezîranê de ji Tirkiyeyê xwestibû ku heta 20'ê Cotmehê parastinê bike. Di 20'ê Cotmehê de dema hikumeta Tirkiyeyê qediya bû û piştî DMME'yê heta 10'ê Mijdarê û piştre jî heta 24'ê Mijdarê dem dabû Tirkiyeyê.