MÊRDÎN - Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê di roja 34’an de li Qoserê dewam kir. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak, bertek nîşanî biryara girtinê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hat dayîn, da û got: “Emê serî ne tewînin.”
Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê, di roja 34’an de li navçeya Qoserê dewam kir. Nobeta Demokrasiyê dibin dorpêça polîsan de Qada Azadiyê hat lidarxistin. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak, di nobetê de axivî û bal kişand ser biryara girtinê ya darbarê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de hat dayîn. Amak, bestek nîşanî biryarê da û got: “Daraza ku 5 salin naxebite, tenê ji bo darbeyên li dijî gelê Kurd û demokrasiyê dixebite.”
'EMÊ SERÎ NETEWÎN IN’
Amak, bal kişand ser bêhiqûqî, bêedaletiya heyî û wiha bilêv kir: “Emê tu carî li hemberî bêhiqûqiya desthilatdariya AKP-MHP’ê serî netewînin.”
Dûre, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, axivî û wiha got: “Me tu carî li hemberî zaliman serî ne tewand. Em ê rêça xwe ya azadiyê dewam bikin. Em kurd evîndarê azadiyê ne. An azadî, an azadî. Heya ku hevşaredarên me vegerin ser erka xwe emê têkoşîna xwe bidomîn in.”
Daxuyanî bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.