Temellî bang li Meclîsê kir: Li dijî pergala bêbinî îradeya xwe nîşan bide

img

ENQERE – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî beriya civîna PM’ê mijarên di rojevê de nirxand û got: “Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê pergalek bêbinî ye. Me dît ku ev pergal naçe serî. Ez bang li Meclîsê dikim gavek berê gavekê îradeya xwe deyne holê.” 

Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li navenda xwe ya giştî kom bû. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaît Temellî beriya civîna PM’ê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji wezîfeyê hat dûrxistin jî beşdarî civînê bû. 
 
Temellî diyar kir ku axaftina siyaeta li Tirkiyeyê tê wateya axaftina darbeyên siyasî û komployan û biryara ji nûve girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag wiha nirxand: “Em duh dîsa bi komployek siyasî re rû bi rû man.” 
 
Temellî da zanîn ku biryar nayê qebûlkirin û got: “Daraza Tirkiyeyê duh dîsa mohra xwe li bin şermek giran da. Mixabin me ji vê re şahidiyê kir û tevlî rûpelên dîrokê bû. Ev berdewama komploya 4’ê mijdara 2016’an e. Têkçûna pergala daraz û edaletê ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ketiye dewrê û didome.” 
 
Axaftina Temellî wiha ye:
 
“Tu sûcek hevalên me nîne. Hemû evîndarên azadî, aştiyê û demokrasiyê ne. Ji bo vê evîndariyê çong danaynin û têkoşîna xwe didomînin. Wê yek ji me dest ji vê têkoşînê bernede. 
 
JI BO DEMÎRTAŞ NEYÊ BERDAN BIRYAR DERXISTIN 
 
Ev têkoşînek edaletê ye. Edalet ji bo her kesî lazim e. Em ê dest ji têkoşînê bêwestan li ser piya bin. Lê îro dewlet bi marîfeta darazê li hember me û hevalên me sûc dike. Sûc çi ye, sûc ew e ku dewlet qanûnên xwe nas nakin. Rewşa heyî zilm e. Hiqûqa dijminahiyê jî derbas kirine. Ji bo Selahattîn Demîrtaş neyê berdan adeta feraset ava kirin. Ji bo heman dosyeyê ji nûve biryara girtinê derxistin. Tu hiqûqnas vê nikare tarîf bike û wate nadê. Ne mimkin e bi wîjdan û ehlaq bê girêdan. Ez îro bang li Tirkiyeyê dikim; hemû kesên xwedî wîjdan û ehlaq divê li dijî vê yekê derkeve. Em hemû ji vê yekê re nebêjin raweste, wê ev bêedaletî û bêwîjdanî her deverî bigire. 
 
BERPIRSÊ SÛC DEWLET E 
 
Rojên 6-7-8’ê Cotmehê heke li holê sûcek hebe kiryarê wî sûcî jî dewlet bi xwe ye. Me xwest derbarê bûyerên Kobanê de lêkolîn bê kirin û çawa pêk hatine Me pêşniyarî Meclîsê kir. Lê AKP û MHP’ê pêşniyara me red kirin. Hûn ditirsin ku sûcê we derkeve holê. Di hemû bûyer û mijarên girîng de dixwazin me sûcdar bikin. Di hemû kirinên dewletê de tê xuyakirin ku em wek HDP bi komployek çawa re rû bi rû ne. 
 
LI DMME’YÊ DOZEK BI ÎBRET 
 
Girtinên 4’ê mijdarê çima neheqî bû û çawa li dijî qanûnan bû beriya niha bi çend rojan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya li Strazburgê derket holê. Jixwe DMME’yê berê biryara Demîrtaş dabû. Tirkiye îtîrazî vê biryarê kir. Doz çû Dadgeha Bilind. Doz li Dadgeha Bilind hat dîtin. Dozek îbret bû. Min li wir şopand. Di şexsê doza Demîrtaş de hemû doz bi awayek eşkere derketin holê. 
 
Em demildest li benda biryara DMME’yê ne ku encama dozê eşkere bike. 
 
Jixwe dema em çûn DMME’yê jî em li bendê bûn  Demîrtaş were berdan. Lê duh bi şev me dît ku çima nehatiye berdan. Daraza heyî li ser fermana îktîdarê dixebite. Lê teqez û teqez em ê hesabê vê bêedaletiyê bipirsin. 
 
REJÎMA QEYÛM
 
Heta hiqûqa vê tecrîdê dewam bike û heta ev pergal berdewam bike wê ev kompolo û darbeyên siyasî jî dewam bikin.. Divê em demildest dawî li vê hiqûqa tecrîdê, feraseta OHAL’ê û rejîma qeyûm bînin. Ji bo vê yekê lazime em ji duh bêtir bixebitin û têkoşîna xwe mezinttir bikin. Em ê wisa jî bikin. Ji ber ku dizanin wê wisa bibe êrîşî têkoşîna me û partiya me HDP’ê dikin. Dixwazin HDP’ê tune bikin. Lê wê bi ser nekevin.
 
PAKÊTA DARAZÊ ÇAV BOYAXKIRINE 
 
Ji aliyekî ve rezaleta darazê diqewime û ji aliyekî ve jî qala pakêta darazê dikin. Pakêta daraza wan jî çav boyaxkirin e. Bixwe çêdikin û bi xwe kiras li darazê dikin. Dadger, hunermend û hemû wekîlên wan li ser fermanê dixebitin. 
 
LI MECLÎSÊ JÎ PERGALA QEYÛM HEYE 
 
Heta em vê pergalê ji feraseta fermandayînê rizgar nekin wê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk neyên çareserkirin. Vê pergala bi fermanê tê birêvebirin Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê ye. Îktîdar û hevkarê xwe yê biçûk jî dixwaze vesayetê li ser Meclîsê jî pêk bîne. Meclîsê jî bi pergala qeyûm bi rêve dibe. Pergalek qeyûm heye. Niha hêja Ahmet Turk jî di nava me de ye. Ew ji me başttir dizane pergala qeyûm çi ye û çawa talangerî û diziyê dikin. Ev pergal tehamula wê li hember demokrasiyê nemaye û li her deverî îradeya siyasî desteser dike. Tenê ne li Mêrdîn, Wan û Amedê vîna gel desteser dikin li her deverê Tirkiyeyê heman feraset li ser kar e. 
 
ŞERÊ DERÛNIYÊ BIRÊVE DIBIN 
 
Piştî rejîm û darbeya OHAL’ê qeyûma çi sûcî kiriye û çi nekirine me yek bi yek eşkere kir. Derbarê wan sûcdaran de tu lêpirsînek nehat destpêkirin. Bi rêbazên bêbinî di raya giştî de têgihiştinek çê dikin. Ev şerek derûnî ye û em bi operasyona têgihiştinê re hevrû ne. Ewqas derewan dikin ew bi xwe jî bawer nakin. Her roj derewek nû dikin. Qabiliyeta wan a birêvebirinê nîne. 
 
PERGALEK BÊBINÎ YE 
 
Di esasê xwe de Pergala Hikumeta Serokkomariyê pergalek bêbinî ye û derew e. Me dît ku bi vê pergalê nikarin birêve biçin. Divê gavek berê gavekê Meclîs îradeya xwe deyne holê. Divê îradeya civakê, rêxistinên civakî û hemû beşên civakê deyne holê. Pirr eşkere ye ku nikarin bi vê pergalê gavek jî birêve bibin. Divê li dijî vê yekê lazime teqez gav werin avêtin. Em carek din Meclîsê vedixwînin wezîfeyê û werin ji vê serwêrîsiyê rizgar bibin. Em gavên samîmî biavêjin û ji bo pêşiya azadiya raman û îfadeyê û birêvebirina siyaseta azad bê vekirin vê pakêta tê em veguherînin sûd jê wergirtinê. 
 
JI BO BERPIRSIYARIYÊ EM AMADE NE 
 
Em ji her tiştên bên kirin re û ji berpirsiyarê re amade ne. Em ê van hemû lîstokên tên birêvebirin bi hev re hilweşînin û vala derxin. Em ê kêliyek jî dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 

Sernavên din

22/09/2019
15:24 Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye
15:18 Ji bo bajarên bêtirimpêl bisiqlet ajotin
14:34 Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin
14:26 35 rojin Nobeta Demokrasiyê digirin
14:07 Jinên Êzîdî: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
12:54 Bi nivîsên li ser dîwaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
10:40 Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe
10:11 Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin
09:39 Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn
09:12 Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan
09:11 Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin
09:10 ‘Rewşa Ergîn Aktaş di asta mirinê de ye'
09:06 Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG
09:04 Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye
09:02 'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e'
09:01 Hîn jî 'bûkok'an çê dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
21/09/2019
23:59 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn
16:55 Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan
16:39 Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
16:28 Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
16:14 Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin
16:10 Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling
16:09 Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî
15:46 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?
15:35 Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da
15:35 Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke
15:25 ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin
15:10 Turkdogan bang li darazê kir: Demildest dest ji vê xeletiyê berdin
14:55 Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin
14:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e
14:44 Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin
14:33 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
14:21 Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin
14:14 Nobeta Demokrasiyê li Qoserê dewam kir: Emê serî netewînin
14:03 Temellî bang li Meclîsê kir: Li dijî pergala bêbinî îradeya xwe nîşan bide
13:57 Partiyên Kurd: Navnîşana hemû pirsgirêkan TBMM ye
13:55 Ji Erdogan îtîrafa biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş: Em wan bernadın
13:26 Jinên xemilandî dê sibê bisiqlêt bajon
12:31 HDP’ê Îbrahîm Ayhan bi bîr anî
11:03 Esker li Farqînê li malbatan ferz dikin ku biçin ber HDP'ê
10:21 Jinên ji ber ku gotin ‘Em dixwazin bijîn’ hatibû binçavkirin hatin berdan
10:17 Bendava Ilisûyê dê ekosîstema Mezopotamyayê serûbin bike
09:07 'Dizê paraşûtan' dîsa kirin serokê daîreya ciwanan
09:06 Teatra Jiyana Nû, Rojên Şanoya Kurdî li dar dixe
09:05 Daxwaza dayikeke 87 salî: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:05 Rapora mifetîşên milkiyeyê: Bila Serokwezîr şaredaran tayîn bike
09:04 Dayik: 6-7 gardiyanan bi hev re li kurê min xistin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2019'AN
20/09/2019
23:11 Li Iraqê teqînek pêk hat: 9 kes mirin
22:58 Neslîcan Tay jiyana xwe ji dest da
22:34 Demirtaş dîsa hat girtin
18:01 Apê Mûsa li ser gora wî bibîr anîn: Em ji te hîn bûn ku zilm ne qeder e
17:49 Xwestin Yuksekdag û Demîrtaş ji nû ve bêne girtin
16:16 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:58 Hevşaredarên Pasûrê sewqî Girtîgeha Osmaniyê kirin
15:52 Nobeta Demokrasiyê didome: Qeyûm koletiyê; berxwedan azadiyê pêş dixe
15:25 Baroya Amedê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
15:24 Doza Leyla dest pê kir: Bavê Leyla şikê ji hin kesên din dike
15:15 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Ji bo dozger mutalaayê amade bike dem xwest
14:42 Li Wanê Nobeda Demokrasiyê: Qeyûm destpêkê êrîşî jinan dike
14:21 Di doza Avahiya Yeşilyurtê de bersûc serbest berdan
14:05 Binçav kirina li ber AKP dîsa dewam kir
13:57 Doza 5'ê Hezîranê: Guhdarkirina Davutoglu fêdê nade dosyayê!
13:36 ‘Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên welat çareser nabin’
13:27 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo dayikan banga 'çareseriyê' kir
12:34 Guven li Cizîrê bang kir: An em ê tifaqê avabikin, an jî ew ê lîstîqên qirêj dewam bikin
12:22 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:50 Li Edenê, 40 kesên êrîşî koçberên Sûriyeyî kirin hatin binçavkirin
11:30 Turkdogan: Ji leşkerên dîl girtî name hat, me hevdîtin bi Meclîsê re kir, bi Îmraliyê hat axaftin
10:46 Pekoz: Çareseriya QSD di nav de cih digire wê were ser mase yê
10:02 Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê pirtûkek qedexe kir
09:39 Karkerên înşaetê: Sektora înşaetê xelas dibe
09:11 Biryara der barê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de: Ewlehiya neteweyî tehdît dike
09:10 'Dixwazim zarokê wan bi xwe pêlîstokên xwe çêkin'
09:09 Ji bo avê hatin, niha jî ji ber avê diçin!
09:09 Polîs li Cizîrê malan arasteyî çalakiyên pêş HDP'ê dikin
09:08 Naxwazin di zivistanê de li derve bimînin
09:08 ‘Ger daxwazên wî neyên qebûlkirin wê greva birçîbûnê bidomîne'
09:08 Dayika ku nehiştin cenazeyê keça xwe veşêre: Nehiştin ez destê xwe jî bidimê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2019'AN
08:58 Kesên li dijî îstîsmara zayendî daketin kolanan êrîşî Sûriyeyiyan kirin
19/09/2019
19:39 Got, 'zarokên min birçî ne' û xwest întihar bike
16:21 Ji dayika 15 salin endama AKP’ê ye re gotin: Ger hûn werin em ê we bigirin
16:11 'Em her roj li vir in'
15:41 Heyeta HDP'ê serdana TEPAV'ê kir
15:33 Dema malbatan daxwaza aştiyê kir ji qeydê derketin
15:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:15 Hevjînê Yilmaz ê hat revandin: Em diçin ber lingê Soylu jî me qebûl nake
15:03 Dayika Çekdar Yurek: Kurê min berdin
14:54 HDP giliyê Yenî Şafakê dike
14:36 'Em ê li dijî qeyûman têbikoşin'
14:15 Bulbul: Me AKP’ê dabeşî sisêyan kir
14:11 Guven: Ne em Soylû ciwanan dişîne çiya
13:37 Înîsiyatîfa Kavaklikê: Banga îfadeyê li 11 hevalên me kirine
13:09 Doza derbarê kuştina Leyla Aydemîr wê sibe dest pê bike
12:56 Îçten ê AKP’î: Ez serî radikim û îstîfa dikim
12:40 ÎHD: Li Pasûrê vîna gel hatiye desteserkirin
12:00 ‘Înfaz, gorên komî û bîr têra şênberiyê nakin gelo?’
11:54 Îbrahîm Ayhan wê bê bibîranîn