AMED - Bi hinceta dê li 5 navçeyên Amedê operasyona leşkerî bê destpêkirin, li 42 gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Waliyê Amedê li 42 gundên navçeyên Farqîn, Pasûr, Lice, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve îlan kir. Operasyona leşkerî ya ku dê bê lidarxistin, saet di 05.00'an de dest pê dike, heta fermana duyemîn dê qedexe dewam bike.
Gundên ku qedexe lê hatin îlankirin wiha ne: "Li navçeya Licê Nenyas, Kerwes, Licok, Zengê, Mişrif, Antax, Bamitnê, Sinê, Beşişt, Gir, Hazmaz, Helbikin, Banaderan, Darakol, Harag, Koçeran, Merdinya û gundê Sernis, li navçeya Pasûrê gundên Zîlek, Kûrikan, Qemika, Temira, Maladinarê, Mîlika, Temrana Sexir, Şawişa, Godernê û gundê Barinê, li navçeya Hezroyê gundên Qenderhel, Helhel, Şikefta, Zoxbirim, Şêxan û Eyîndar, li navçeya Farqînê gundên Şêlima, Cûmatê, Fişatê û Berbûş, li navçeya Karazê jî Benê, Mehmediyan, Tepecûk û Rasileynê.