ENQERE - 3 jinên ji ber ku li Qada Tuzluçayirê gotin “Em dixwazin bijîn” hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Piştî li navçeya Mamak a Enqerê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, Tora Parastina Jinê bi gotina “Em Dixwazin Bijîn” xwest li Qada Tuzluçayirê daxuyanî bide çapemeniyê. Lê polîsan mudaxileyî jinan kirin û 3 jin binçav kirin. 3 jinên hatibûn binçav kirin Aysûn Gençtanir, Buse Uçer û Meziyet Yildiz di saetên şevê de hatin berdan.