ŞIRNEX – Li Cizîrê, welatiyên ku ji ber mirinên di dema qedexeyê de şîn girêdabûn, dest bi dawetên xwe kirin. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî dawetan dişopînin, bi şertê ku rengên kesk, sor û zer neyên vekirin destûra dawetan didin.
Li Cizîra Şirnexê, ji ber mirina bi dehan kesên di dema qedexeya derketina derva ya di navbera 14’ê Kanûna 2015’an û 2’yê Adara 2016’an de hat îlankirin, kesî dawet lê nedixist. Ji hin welatiyên ku piştî qedexeyê şîn girêdan, piştî du salan hêdî hêdî dawetên xwe dikin.
JI BO DAWETAN JÎ DESTÛR DIVÊ!
Malbatên bixwazin bi deng dawetên xwe lê bixin, pêşî serî li Muduriyeta Polîsan a Cizîrê didin û destûrê werdigirin. Rayedarên emniyetê di hin mijaran de malbatan hişyar dikin û bi şertê di serê govendê û karwanên wesayîtan de temeziyên kesk û sor û zer neyên hejandin destûra dawetan didin. Her wiha emniyet naxwaze nîşana serketinê jî bê çêkirin û xwediyên dawetan hişyar dikin ku fîşekên hewayî neyên teqandin û stranên li ser rêxistinê neyên gotin.
WESAYÎTÊN ZIRXÎ DAWETAN KONTROL DIKIN
Piştî ku xwediyê dawetan diyar dikin ku ew ê hişyariyan esas bigirin, destûrê tê dayîn. Lê belê ji bo hîn bibin ka li gor hişyarên wan tev digerin an na, polîs bi wesayîtên zirxî dawetan temaşe dikin û dema dibînin tu “pirsgirêk” tune ne ji cihê dawetê diçin. Her wiha li cihê dawetê polis nasnameyên hin kesan jî kontrol dikin û hin kesên sivîl ên li cem polîsan jî balê dikêşin. Li navçeyê, kesên ku cemeda bi rengê kesk, sor û zer difirot jî bi hişyariyên polîsn re rû bi rû maye û ji neçarî rengê wan guherandiye.