MÊRDÎN - Hûrgiliyên rapora mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî yên derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de derketin holê. Rapor, derbarê serdema Mijdara 2016 û Adara 2019'an de ne ku di vê serdemê de qeyûm li ser kar bû. Di rapora hatiye amadekirin de tê gotin, li bajarên ku di warê "ewlehiyê" de şik û guman hebin, divê şaredar ji aliyê Serokwezîr ve bên tayînkirin.
Hûrgiliyên rapora mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî yên derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê derketin holê. Rapor, derbarê serdema Mijdara 2016 û Adara 2019'an de ne ku di vê serdemê de qeyûm li ser kar bû. Di rapora ku ji 400 rûpelî pêk tê de, mifetîşan gelekî pesnê qeyûm daye.
'MODELA QEYÛM'
Di raporçê de tê derpêşkirin ku qeyûm, bi awayekî şefaf û aşkere şaredarî bi rê ve biriye û hatiye gotin ku qeyûm tenê bi xizmetên xwe, ji bo gelek şaredariyan jî bûye model û rolek. Di rapora ku gelekî pesnê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman hatiye dayîn de, hatiye gotin ku bi stratejî û rêveberiya xwe bûye cihê modelek baş û mirov dikare navê "Di qeyûmtiyê de modela Mêrdînê" lê bike.
'DIVÊ SEROKWEZÎR ŞAREDARAN TAYÎN BIKE'
Her wiha di raporê de tê pêşniyarkirin ku divê li herêmê ji bo şaredariyan hilbijartin çê nebin tenê hilbijartinên giştî çê bibin, divê serokwezîr şaredaran tayîn bike. Dîsa di raporê de tê gotin ku mirov xizmetên Şaredarîvaniya Di Serdema Qeyûm De dikare wekî pergalekê esas bigire û ji bo vê jî divê li herêmê walî bibin serekê rêveberiyê herêmî.
MA / Ahmet Kanbal