* Dayika girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê Ozgur Sevîm, Behiye Sevîm diyar kir ku kurê wê 9’ê Îlonê ji bo dadgehê anîne Girtîgeha Xarpêtê û got: “Li wir ji kurê min re gotin xwe tazî bike. Kurê min jî got 'ez xwe tazî nakim.' 6-7 gardiyanan bi hevre li kurê min xistin û ew avêtine hucreyê.”
* Hûrgiliyên rapora mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî yên derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê derketin holê. Rapor, derbarê serdema Mijdara 2016 û Adara 2019'an de ne ku di vê serdemê de qeyûm li ser kar bû. Di rapora hatiye amadekirin de tê gotin, li bajarên ku di warê "ewlehiyê" de şik û guman hebin, divê şaredar ji aliyê Serokwezîr ve bên tayînkirin.
* Cahîde Kaplan a 87 salî, bilêv kir ku kurê wê girtiyê nexweş Mehmet Baki Kaplan nayê berdan û got: "Dixwazim berî bimirim kurê xwe bibînim."
* Şanogerên Teatra Jiyana Nû, diyar kirin ku wê di meha Mijdarê de li Stenbolê Rojên Şanoya Kurdî li dar bixin û gotin: "Werin lîstîkên me temaşe bikin."
* Bûrak Bahadir Tûzlû, ku gava di 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin û qeyûm ew xistibû Serokê Daîreya Xizmetên Ciwana, piştî şaredarî ket destê HDP'ê paraşûtên berwara yên şaredariyê bi xwe re biribû û neanîbû. Piştî qeyûm dîsa tayînî şaredariyê hat kirin, qeyûm dîsa Tûzlû kir Serokê Daîreya Xizmetên Ciwana.
*Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, wê di civîna Meclîsa Partiyê ya li Navenda Giştî ya Partiyê bê lidarxistin de bi axive. (10.00)
* Îtîfaqa Kurdîstanî ya di hilbijartina xwecihî 31'ê Adarê de hat avakirin, ji bo balê bikişîne ser tayînkirina qeyûman û çalakiya malbatên li ber HDP'ê rûdinên dê li avahiya Herekata Azadî daxuyanî bide. (11.00)
*Parlamenterê serdema 26'emîn ê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê di 20'ê Îlona 2018'an de li bajarê Hewler ê Herêma Kurdistana Federe di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, wê li ser gora xwe ya li Goristna NATO ya Sîweregê bê bibîranî. (12.00)
* Rêveberên Navenda Giştî ya TMMOB'ê ya Amedê û odeyên girêdayî wê, bi meşekê wê piştgiriyê bidin Nobeta Demokrasiyê ya li Kolana Lîsê dewam dike, dûre wê qûrnefîlan danin ber Minareya Çar Ling û daxuyanê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê wê li dijî tayînkirina qeyûm ên bajarên Wan, Amed û Mêrdînê li 3 bajaran çalakiyên Nobeta Demkorasiyê diroja 34'an de berdewam bike. (11.00-13.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin wê di hefteya 756'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê wê li Êlih û Amedê ji bo winda bên dîtin kujer bên darizandin çalakiya xwe ya şemiyê li avahiyên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 391'an de li Qada Galatasarayê berrdewam bikin. (13.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê bi dirûşmeya "Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" li navçeya Konakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Înisiyatifiya ji Girtiyên Nexweş re Azadî wê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)
*TUHAY-DER a Stenbolê, bi şîara "Em ê bibin dengê berxwedana zindanan a derve" wê li Avahiya HDP'ê ya Navçeya Bagcilarê 1'emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar bixe.(12.00)
*Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, wê derbarê 4 meh hevşaredariya xwe ya dewam kir de, li Otela New Garden daxuyanî bi de çapemeniyê. (14.00)
*27'emîn xelatên Rojnamegeriya Çepemeniya Azad û Mûsa Anter, wê li Navenda Çanda Cemîl Candaş a Şîşlî ji xwediyên wan re bên dayîn. (18.00)