ÎZMÎR – Serokê Şaxa ÇHD’ê ya Îzmîrê ku bi KHK’ê hat girtin Serdar Gultekîn binçavkirin û girtina parêzeran û bi taybetî jî astengkirina parêzeriya parêzerên ku li dosyeyên siyasî dinerin nirxand. Gultekîn got ku li edliyeyan û saziyên din ên dewletê kar bi awayekî derqanûnî tên birêvebirin.
Li Tirkiyeyê bi pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) re hema bêje li hemberî hemû derdorên muxalefeta civakiyî binpêkirinên mafan hene û parêzer jî nesîbê xwe ji vê yekê werdigirin. Li Tirkiyeyê komeleyên parêzeran hatin girtin û tevî vê li ser hevdu parêzer tên binçavkirin û girtin. Herî dawî Serokê Giştî yê Komeleya Huqûqnasên Hevdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli hat girtin. Serokê Şaxa ÇHD’ê ya Îzmîrê Serdar Gultekîn girtin û binçavkirin parêzeran nirxand û got ji berê ve li dadgehan sazûmaniyeke ku parêziyê tune dihesibîne heye. Gultekîn dest nîşan kir ku bi îlankirina OHAL’ê re binpêkirina parêziyê bi awayekî aşkere derketiye holê û wiha got: “Gelek mafên ku bi salan e parêzer têdikoşin û bi dest xistine, hema bêje bi OHAL’ê re dîsa hatine astengkirin.”
Gultekîn, diyar kir ku bi bahaneya OHAL’ê parêzertiya parêzeran a dosyeyan tê astengkirin û bi biryara dozgerekî tenê parêzer ji dosyeyê tên menkirin. Gultekîn got ku mînakên vê yekê hene û li Stenbolê lîsteyeke ji 110 parêzeran pêk tê hatiye çêkirin. Gultekîn anî ziman ku dosyeyên bi vî rengî li hin bajarên din jî derketine holê û parêzertiya parêzerên ku li dozên polîtîk dinerin tê astengkirin.
‘LI TIRKIYEYÊ NESEPANDINA QANÛNAN KIRINE QANÛN’
Gultekîn got ku di navbera dosyeyan de tu pêwendî tune ye, lê dîsa jî ev tişt tê kirin û ev yek derhuqûqîtî ye. Gultekîn anî ziman ku bêyî bingehek qanûnî hebe kirarî tên kirin. Gultekîn dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê nesepandina qanûnan hema bêje veguheriye qanûnekê û ev tişt gotin: “Hem dozgerên beşa Buroyên Qanûna Bingehîn, hem jî Dadweriyên Cezayê Sulhê bêqanûntiyê veguherandine rewşeke asayî. Hema bêje ev kes parêzî kirine tiştekî ku qet keysa wê tune.”
Gultekîn, dest nîşan kir ku operasyonên binçavkirin û girtinê yên li hemberî parêzeran dijwar bûne û bi operasyonên tên lidarxistin re parêzerên der barê wan de sînordarkirin tune be jî, tên sînordarkirin. Gultekîn rewşa dozgeriyan jî şiband a hêzên dewletê û got dema dixwazin wek wan tev digerin. Gultekîn anî ziman ku ev tişt ne tiştekî nû ye û her diçe bi OHAL’ê re zêdetir dibe. Gultekîn diyar kir ku her tişt bi înîsyatîfa hêzên dewletê tê birvebirin û her diçe parêzî zehmetir dibe. Gultekîn ev tişt gotin: “Çewsandin çi qas zêde be, wê ewqas jî berwxedan hebe. Helbet wê serdemeke ku huqûqa rasteqîn serdestê wê be bê. Bawer dikim ku dema ew roj bê em ê li hêla yê didarizîne bin.”
MA / Ahmet Kanbal