Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe

img

STENBOL – Aborîzan Mûstafa Sonmez, anî ziman ku Bankeya Navendî li hemberî zêdebûna Dolar û Eûroyê faîzê zêde dike û bi vî awayî hewl dide hevsengiyekê çê bike, lê li gel vê yekê jî aborî sinyalên nebaş dide. Sonmez diyar kir ku ji ber vê dibe ku sala 2018’an bibe “saleke nexweş” û wiha got: “Sererastkirina vê yekê bi pêşxistina aştiya navxweyî pêkan e.” 

Her diçe Lîreyê Tirkî li ber Dolar û Eûro bêqîmet dibe. Tê diyarkirin ku wê ev yek heta 4’ê Kanûnê doza Reza Zarrab a wê li Amerîkayê pêk bê bidome. Aborîzan Mûstafa Sonmez sedema ku TL bêqîmet dibe vegot û diyar kir ku ev yek ji ber sedemên siyasî û aborî ye. 
 
Sonmez, diyar kir ku di zêdebûna Dolar de ya ku tenê divê Bankeya Navendî bike, ew e ku faîzeke ku TL veguherîne rewşeke cazib bisepîne. Sonmez got ku ji bo şîrketên hicûmî Dolar dikin bisekinîne çend roj berê Bankeya Navendî, faîza zimnî zêde kiriye. Sonmez ev tişt gotin: “Lîreyê Tirkî li gor welatên wek Meksîka, Brezîlya, welatên Afrîka Başûr bêdtir bêqîmet dibe. Ev têkildarî sedemên polîtîk in. Di navbera hikûmeta DYA’yê de pirsgirêk hene. Krîza vîzeyê ya di 8’ê Cotmehê de, doza Reza Zarrab ku dê di meha Kanûnê de pêk bê… Ev yek jî hem bandorê li faktorên hundurîn hem jî li yên derve dike.”  Sonmez diyar kir ku pergala fînansê wê hin darbeyan bixwe û ev tişt gotin: “Ji bo veberhênanên derve jî tu îmaja veberhênaniyê ya welat tune ye. Veberhênanên hundurîn jî ji bo rewşa xwe saxlem bikin, berê xwe didin Dolar û Euro û her diçe ev yek zêdetir dibe. Bankeya Navendî çeka xwe ya faîzê kişandiye û hewl dide hevsengiyekê çê bike, lê wisa dixuyê pir nepêkan e. Heke sê çar pûanan faîzê zêde bike jî, wê dîsa ne têrbar be û berhêlîbûna ji bo dowîzê wê dîsa çê bibe. An jî dibe ku du sê puan veberhênanên biyanî têr neke. Dibe ku yên heyî jî ji nişka ve welat biterikînin.” 
 
DIVÊ HIKÛMET DI NAV SALEKÊ DE 210 MILYAR DOLAR PEYDA BIKE 
 
Sonmez, dest nîşan kir ku tevî vê rewşa bêqîmetbûyîna pere, di vê serdema ku aborî berteng dibe de deyn jî zêde dibin. Sonmez ev tişt gotin: “Tengijîneke wisa ya Tirkiyeyê jî heye. Bi nêvengî 170 milyar Dolar deynê Tirkiyeyê yê derve heye. Her wiha her sal jî bi nêvengî 40 milyar kêmaniya budçeyê çê dibe. Yanî di van şert û mercan de divê 210 milyar Dolar peyda bike. Divê hikûmet di 12 mehên pêş de 210 milyar Dolarî peyda bike. Niha rewşeke çewisîner a ji bo peydakirina vî pereyî heye. Di van şert û mercan de hikûmet ketiye pêyî dîtina pereyekî ku faîzeke zêde ji bo wî nede. Difikire, heke ez bi faîzeke zêde wergirim ez ê vê faîzê çawa bidim. Dema faîz bê dayîn her kes dikare pereyan bibîne, lê hûn ê di bin wî pereyî de bimînin. Yanî tam rewşeke tengijîniyî heye. Ji ber vê dibe ku li Tirkiyeyê sala 2018’an bibe saleke nexweş.”
 
'DEMOKRASÎ DIVÊ’ 
 
Sonmez, hişyar kir ku ji bo dawî li vê rewşa xerab a aboriyê bê divê beriya her tiştî OHAL bê rakirin û wiha got: “Paşê divê Tirkiye aştiya navxweyî peyda bike û bi zimanekî aştiyane bi hêzên herêmê re pêwendiyê deyne. Divê dawî li rageşiya hundurîn bê û Tirkiye bibe welatekî asayî. Niha Tirkiye di nav welatên birîsk de di rêzên ewil de cih digire. Divê ev tişt biguhere ku veberhênan ji derve bên. Divê OHAL bê rakirin û Tirkiye veguhere dewleteke huqûqê. Bi kinasî heke OHAL rabe, heke demokrasî peyda bibe wê aborî bi pêş keve.” 
 
MA / Metin Yoksu

Sernavên din

30/11/2017
14:17 100 hezar TL ceza li Keskîn û Çapan hat birîn
13:52 Bakurê Sûriye diçe ser sindoqan
12:56 Bi zorê dan mêrekî, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:55 Li Êzidxanê kêliya azadiya 4 jinan
12:52 Girtiyên hatin sewqkirin rastî lêgerîna tazî hatin
12:21 Cezayê doza kuştina Ugur Kantar ê li 'Dîsko' hat kuştin taloq kirin
12:08 HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike
11:49 Mamosteyê Îmam Hatîpê bi kesê komkujiya 10'ê Cotmehê pilan kir re axivî
11:46 Parêzerên Ocalan cara 709’emîn serî li dozgeriyê dan
11:29 Têkildarî kuştina xwendekarê zanîngehê 2 kes hatin girtin
11:26 Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste
11:08 Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye
11:04 Dibe ku sibe Nuriye bînin dadgehê
10:26 Qedexeya herî dem dirêj 2 sal e dewam dike
09:52 Li Sêrtê hezaz: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:45 Sûriye piştî şerê 6 salan niha li çareseriyê digere
09:33 ‘Sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin’
09:29 ‘Tevî hemû zor û zehmetiyan hînî bazarvaniyê bûm’
09:23 ‘Fatûreya krîza aborî li karkeran tê birîn’
09:21 Duh bombe, îro mohr
09:20 30 sal in girtî ye û nayê dermankirin
09:20 Şaredarî ji bo dewlemendan tev digere!
09:19 Ciwanên HDP’î piştî hatin girtin tax bû navenda tiryakê
09:18 Malbatê gora kurê xwe amade kir lê cenaze nayê radestkirin
09:16 Şanoya Mencel di 4’ê Kanûnê de derdiveke ser dikê
09:16 Zêrfiroşên Wanê dikanên xwe digirin
09:15 Qedexeyên zozanan sewalkarî qedand
09:14 Bi dirûtina kincên herêmî çandê diparêze
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2017'AN
29/11/2017
18:52 Zarrab wekî şahid derket pêşberî dadger: Atilla piştgirî da me
17:51 Keskîn: Cînayeta Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min
17:16 Hemû çalakî mehek din li Wanê hatin qedexekirin
16:50 CHP'ê êrîşa li dijî gorên elewiyan ji Soylu pirsî
15:46 ‘Ne gilî û gazin divê em rabin ser piya’
15:32 Jinên Rihayî ji bo Belkis çalakî lidarxistin: Em ê bêdeng nemîn in
14:18 Li Kolana Yukselê 8 kes hatin binçavkirin
13:53 Doza Zeydan bêyî parêzeran dest pê kir
13:52 Xwendekarekî Zanîngeha Kafkasê hat kuştin
13:43 Li 5 navçeyan 14 kes hatin binçavkirin
13:00 Di hefteyekê de li Çukurova 75 kes hatin binçavkirin
12:35 'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’
12:23 Ev çi cazîbe ye: 18 sal borîn, lê razemeniyek jî nekirin
12:15 Demokratîk Modernîte bi nîqaşa ‘Demokrasiya radîkal” li bayiyan e
12:00 ‘Hilweşandina li Sûrê dê pirsgirêkan kûrtir bike’
11:58 Leşkerekî din dîsa bêdeng hat veşartin!
11:47 ‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’
10:45 Tirkiyeyê ji bo wekîlên HDP'ê parastin da DMME'ê
10:41 Yekîtiya gelên Idlib û Efrînê Yekîtiya pêşeroja Sûriyeyê ye
10:17 Li 42 gundên Amedê qedexe hat îlankirin
09:48 Dozgerê Elçi ‘terorîst’ îlan kir, got ‘şaşiyeke madî’ ye
09:47 Kesk sor û zer li dawetên Cizîrê qedexe kirin
09:46 Parêzerê ÇHD’î: Li edliyeyan kar bi derqanûniyî tên birêvebirin
09:45 'Av pir e lê ava vexwarinê tune ye’
09:44 Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe
09:27 Civîna endamên DBP’ê jî sûc hat hesibandin!
09:26 Warên dîrokî yên Hatayê di bin gefa RES’an de ne
09:25 Hozan Kazo: Kilaman nebêjim ez ê di nav êşa xwe de bifetisim
09:24 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kir: Her dem çalak e
09:23 Encamên DNA’yê hene, lê cenaze tune ne
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017'AN
28/11/2017
20:42 MGK bi dawî bû: Li hemberî Efrînê sinyala lidarxistina operasyonekê
18:13 Cara 708'an serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:45 Reza Zarrabê mikur hat dê bibe şahidê Atîlla
16:58 Helbestvan Mustafa Gazî çû ser dilovaniya xwe
16:14 Kesên avahiya HDP'ê şewitandin hatin beraetkirin
15:52 HDP: Soylu bi heqaretên xwe kînê bi pêş dixe, divê bê darizandin
15:39 Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê
15:23 Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:14 35 kes li Wanê hatin binçavkirin
15:06 Doza Halîde Ozpolat hat taloqkirin
15:02 3 parêzerên li Mêrsînê beraet kirin
14:55 Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin
14:53 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê beyî Tahîr Elçî hat dîtin
14:45 Hevseroka HDP’ê Karaoglan hat girtin
14:21 Elçî di 10.53'an de bibîr anîn: Kuştina wî bû mîlada serdema tarî
13:35 Salek e kujerên 11 zarokan nehatin cezakirin
13:33 Başkaya: Nîv sedsal derbas bû, di eniya xespê de guhertin tune
12:35 Nasnameya jinê ku kirdeya nûçeyê ye tune tê hesibandin
12:29 Antike Babat hat berdan
12:17 Rêveberê Komeleya 78'an Çerçel hat binçavkirin
12:16 Maşîneyên barê wan giran pira dîrokî texrîb dikin
11:57 ‘Bi pergala Îmraliyê dixwazin projeya jinan tune bikin’
11:37 Girtiyan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kirin
11:36 Di doza Zarrab de îdîanameya nû di rê de ye
11:23 'Kuştina Elçî bê zelalkirin, dê gelek bûyerên faîl ne diyar jî zelal bike'
10:50 Parêzerên Ocalan cara 708’emîn serî li dozgeriyê dan
10:39 Erdogmuş: Hikumet li ser cenazeyan siyasetê dike
10:32 HDP'ê cenazeyên nedane malbatan ji Soylu pirsî
09:46 Nexşeya qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê
09:24 Li vî gundê mezin hêj pergala qenalîzasyonê tune ye
09:23 'Yên aborî xistin vî halî dê hesap bidin'
09:23 Sêvên Dirêj tenê li Kaxizmanê xweş in
09:22 Pirsa tecrîtê ji rayedaran kirin: Gelo em çima xwe ceza dikin?
09:21 Walîtiyê tenê pereyê ‘camên şikestî’ da malbatê
09:20 Dadgeha Bilind biryara 'Faşîzma Erdogan' xirab kir
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike