STENBOL - Parêzer Omer Guneş ê di navbera salên 2005 û 2011'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku Ocalan kesayetek çalak û pêşdîtinên xwe xurt bû û wiha got: "Dema diaxivî, digot, muqayese dikir û analîz dikirin, fikrên wî hem bi berfirehî, hem piralî û hem jî çalak in."
Parêzer Omer Guneş cara ewil di 30'yê Mijdara 2005'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, di 6 salan de bi giştî 81 caran çû Girgîgeha Girtî ya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Guneş çima parêzeriya Ocalan dike, di hevdîtinê de vegot.
Guneş diyar kir ku dema wî zanîngeh dixwend, Ocalan anîne Tirkiyeyê û dadgehê dest pê kiriye, wê demê biryar daye ku parêzeriya Ocalan bike. Guneş aşkera kir ku dema dest bi parêzeriyê kiriye, dozên Ocalan ên Yewnanistanê û dozên din dest dewam kirine, bi vê re bûye parêzer.
PIŞTÎ TECRÎDA 6 SALAN CARA EWIL
Guneş da zanîn ku cara ewil di 30'yê Mijdara 2005'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye, der barê hevdîtinên wê demê de ev agahî dan: "Ji 1'ê Hezîrana 2005'an heta 30'yê Mijdara 2005'an bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk nehatibû. Ev tecrîdeke 6 mehan a dem dirêj bû. Raya giştî, çapemenî, malbat û parêzerên wî meraq dikirin. Em wekî 4 parêzeran me hevdîtin kir. Wê demê rayedarekî dewletê li gel me rawestiya û li gorî Qanûna Înfaza Ceza cara yekemîn hevdîtin qeyd kir. Berî vê hevdîtinê min hem pirtûkên Ocalan û hem jî parêznameyên wî xwendibûn. Bi taybetî parêznameyên ku pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) min xwendibûn. Di serê min de kesayetekî entelektuel bi cih bûbû. Ji xwe di hevdîtina destpêkê de jî bi zelalî hat dîtin ku Ocalan kesayeteekî entelektuel, xwedî zanyariyên bilind, kûr fikirîn û bi berfirehî dinirxîne, hatibû dîtin."
'GELEKÎ BI ÇALAK E'
Guneş destnîşan kir ku di 81 hevdîtinên ku bi Ocalan re pêk aniye, wî aliyê Ocalan ê çalak kifş kiriye, hem di warê fîzîkî û hem jî di warê zîhnî de gelekî çalak bûye û wiha got: "Wekî ku qet di girtîgehê de dem derbas nekiriye û gelekî çalak bû. Dema diaxivî, digot, muqayese dikir û analîz dikirin, hem bi berfirehî, hem piralî û hem jî çalak bû. Dema der barê rewşekî de fikrên xwe tanî ziman, piştî du mehan ev fikra xwe hêj berfirehtir dikir. Her dem fikrên xwe berfireh dikir."
Guneş behsa atmosfera dema hevdîtinê jî kir û wiha axivî: "Maseyeke gelekî dirêj a plastîk hebû. Aliyê maseya dirêj Birêz Ocalan hebû. Aliyê din jî parêzer rûdiniştin. Aliyê me yê rastê yê dikeve milê çepê yê Birêz Ocalan, peywirdarekî dewletê hebû û li gorî qanûna înfazê cih digirt. Ev kes ji hêla dadgerê înfazê ve hatibû peywirdarkirin. Peywira wî ya qanûnî ew bû, dema ewraqet bê dayîn û bê standin, divê wê bişopîne û qeydê bike."
OCALAN: TU KES NIKARE HIŞÊ MIN DÎL BIGIRE
Guneş bal kişand ser rola Ocalan a di vê atmosferê de û wiha pê de çû: "Bi taybetî di navbera salên 2006, 2007 û 2008'an de, hem atmosferek derûnî û hem jî atmosfera siyasî hemû. Roleke Birêz Ocalan a belavkirina vê atmosferê hebû. Hem di warê moral, hem di warê fikrî de ev rewş dişkênand. Dayikên Aştiyê di bin navê 'Ji Ocalan re azadî' meşek dabûn destpêkirin. Ev di rojnameyê de xwendibû û piştî Dayikên Aştiyê silav kir û got ku 'Bila ji bo min meşê nekin, ji xwe ez mirovekî azad im. Girtina min a di girtîgehê de azadiya min asteng nake. Ez di aliyê ruhî û manewî de azad im. Tu kes nikare hişê min dîl bigire. Dibe ku ez di warê fîzîkî de li vir bim; lê bila kes ji bo azadiya min tiştekî taybet neke. Berî her tiştî divê kurd di warê hişmendî de azad bin. Divê xwe di warê hişmendî de nedin girtin. Piştre em dikarin di warê fîzîkî de ji bo azadiyê bixebitin.' Di vir de jî bi zelalî tê dîtin ku atmosfera li wir, ne di warê felsefî, ne di warê ponijandin, ne di warê siyasî û ne jî di warê siyasî de tu bandor li ser Ocalan nekiriye."
‘OCALAN KESEKÎ PÊŞ DÎTINÎ BÛ’
Guneş piştrast kir ku di aliyê pêşdîtinê de Ocalan gelekî xurt bû, 20 salan li Rojhilata Navîn maye; lewre bi kom, kesayet û dewletan baş nas dike û wiha pê de çû: "Birêz Ocalan taybetmendiyên karakterîstik ên dewletan, rayeyên wanên taybet û di warê dîrokî de di kîjan alî de bi pêş ketine, baş dizanibû. Ew qas zanyarî û agahî, ji ber lêpirsîn, analîz di Ocalan de pêşdîtinek pir xurt derxistibû holê. Mînak bûyera Şengalê di sala 2007'an de gotibû. Her dem di warê Şengalê de hişyarî dikir û aşkera dikir ku heke mudaxaleyek li dijî herêmê çêbe, dê cara ewil êrîşê wir bikin. Di sala 2014'an DAIŞ'ê piştî Misûlê berê xwe da wir. Gelek geşedanên wekî wê hene."
‘JI BER MIRINÊN SIVÎLAN HÊRS BÛ’
Gunel der barê hevdîtineke sala 2007'an de jî agahî da û da zanîn ku Ocalan ji ber mirinên sivîlan gelekî hêrs bûye û di vê der barê de jî ev tişt got: "Digot ku divê têkoşîneke ku sivîlan diparêze bê dayîn û bi cidî li ser vê rawestandin dixwest. Ji ber mirinên gerîla û leşkeran gelekî xemgîn dibû. Di sala 2007'an de bi dengekî bilind got ku 'Mirinan rawestînin.' Wekî ku ji canê wî parçeyek diçû, ew qas li ber mirinan diket. Ev tiştên ku ji bîra me neçûyî ne."
PÊVAJOYA OSLOYÊ YA SALA 2009’AN
Guneş pêvajoya Osloyê ya sala 2009'an jî nirxand û piştrast kir ku Ocalan wê demê ji rayedarên dewletê re gotiye ku "Bi rastî jî hûnê vê hevdîtinê bi rêve bibin? Aştî ji şer zehmettir e" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wê demê koma Fethullah Gulen, beşeke siyasî ya Ergenekonê, komên cidî yên di nava hikumetê de, MHP û bin alî li dijî hevdîtinên li Osloyê bûn. Nedixwestin pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane bên çareserkirin. Birêz Ocalan ev hemû xetere dîtibûn û her dem dixwest pêşî li xetereyan bigire." Guneş bal kişand ser zextên wê demê jî û aşkera kir ku di nîvekê rê de bi hincetên wekî "Keştî xirabe ye" ew dihatin vegerandin û gelek caran beyî ku biçin gravê hatine vegerandin.
‘TECRÎDEK GIRAN TÊ MEŞANDIN’
Parêzer Guneş anî ziman ku qanûnên ku di darazê de tuneyî bi fîlî li ser Ocalan tên meşandin, der barê pirtûk, hevdîtin û astengiyan de jî ev nirxandin kir: "Dema pirsgirêka kurd giran dibû, li ser Birêz Ocalan jî tecrîd û zext giran dibû. Bi taybetî ji sala 2005'an heta sala 200'an tecrîdeke gelekî giran li ser Ocalan hebû. Di sala 2008'an de mudaxaleyê Birêz Ocalan kirin. Piştî di dawiya 2008'an û destpêka sala 2009'an de hevdîtinên li Osloyê dest pê kirin, heta 27'ê Tîrmeha 2011'an zextên li ser Birêz Ocalan kêm bûn."
'BI TECRÎDA LI SER OCALAN RE AŞTÎ JÎ TÊ TECRÎDKIRIN'
Guneş derbirî kku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve Ocalan nikare bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike û ev tişt anî ziman: "Me her dem anî ziman ku ev ne li gorî qanûnan e. Lê meseleya esalî ya vê tecrîdê, ji ber ku Birêz Ocalan rêberê Tevgera Kurd e û aktorekî gelekî girîng e, ev tecrîd tê meşandin." Guneş destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, di heman demê de çareseriya ji bo meseleya kurd pêşniyar dike jî tê tecrîdkirin û wiha got: "Fikir wî û aştî jî tê tecrîd kirin. Heke li Tirkiyeyê beşeke ku bi Ocalan re di danûnstandinê de be, ew beş jî tê tecrîdkirin. Bi tecrîda li ser Ocalan re, pêşî li mirinan hatiye vekirin. Ji ber wê tecrîdê gelek tişt diqewimin."
Guneş herî dawî got ku "Heke tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, dê pêşdîtin, pêşniyar Ocalan gelekî bandor li demokrasiya Tirkiyeyê bike" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi rakirina tecrîdê re dê kurd li Tikriyeyê gelekî bi pêş bkevin. Divê tecrîd wek rewşek asayî neyê dîtin. Ji bo tecrîd bê rakirin, divê hemû hiqûqnas bertekên xwe daynin holê."
MA / Sadiye Eser