ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku polîs û leşkerên di destên PKK’ê de, di 29’ê Gulanê de name ji malbatên xwe re şandin û got: “Ji bo ku ev bên berdan me hevdîtin bi Meclîrê kir. Ev mijar bi Ocalan re hat axaftin û em heya qonaxekê hatine.”
Malbatên leşker û polîsên di destên PKK’ê de dîl girtî jî, beşdarî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê dewam dike, bûn.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan, derbarê leşkerên dîl girtî de axivî û wiha got: “Ev 4 salin em ji bo leşkerên dîl girtî di nava hewl dane dene. Em di 29’ê Gulanê de malbatên leşker û polîsan vexwendin Enqerê. Nameyên leşker û polîsan ji malbatên xwe re şandibûn, me radestî dayik û bavê wan kirin. Bêguman malbat pir keyfxweş bûn. Li gorî nameyên kestin destê me, nêzî 13 leşker û polîs hene. 8 ji van leşker û polîsan name şandibûn. Di 29’ê Gulanê li Meclîsê hevdîtin CHP, HDP û AKP’ê re hatin kirin. Van partiyan bi awayekê erênî bersiva malbatan dabûn. A rastî wê demê me dest bi pêvajoyekê kiribû û em niha hînzêdetir bi hêvîne. Di meha Gulanê de hevdîtinek bi Abdullah Ocalan re hat kirin û nîqaşên gelo wê pêvajoyek nû destpêbike, di raya giştî de belav bibû.”
Trukdogan, diyar kir ku ev 4 salin rewşa van leşkeran dewam dike û wiha got: “Bi dehan car me bang kir. Ev pêvajo vê çarê pir dirêj kir. Ez hêvî dikim ku hêzên demokratîk hîn zêdetir bi vê mijarê re eleqedar bibin. Bi taybetî divê tevgera Kurd di vê mijarê gavan bavêje.”
‘DIVÊ MALBAT RASTIYÊ BIBÎN IN’
Turkdogan, bal kişan ser çûyîna Wezîrê Karê Hûndir a li ber avahiya HDP’ê û wiha bilêv kir: “Madem hûn diçin wê derê, qet nebe we ji bo aştiy çend gotin bigotana. Me ne hûn bûn ku we digot ‘Heya ku terorîstek bi tenê jî bimîne emê têbikoşin.’ Niha zarokên wan malbatan beşdarî rêxistinê bûne. Hûn hem behsa kuştina wan zarokan dikin, hem jî diçin bi dayîkên wan re rûdinin. Ev nakokiyek pir mezine. Divê malbat jî vê rastiyê bibînin. Ez dixwazin bang li desthilatdariyê bikim. Gelo HDP’ê çi ji we kiriye ku hûn evqas dixwazin wê krîmînalîze bikin. Bi hestên mirovan bi vî awayî nelîzin. Werin em li ser pêvajoya aştiyê cardin biaxivin. Dibe ku ew zarok hemû çekên xwe danîn û vegerin. Werin em li ser vê yekê biaxivin.”
‘PIŞTGIRIYA CIVAKÊ YA JI BO DESTHILATDARIYÊ KÊM DIBE’
Turkdogan, anî ziman ku ger desthilatdarî bi rastî jî ji dil be, wê dinava heftiyekê de ev pirsgirêka çareser bibe û wiha rêz kir: “Ev mijarek pir girîng e. Ev bang bang Ocalan e. Lê desthilatdariya siyasî bi plan û projeyên nû yên şer bersivê dide vê bangê. Ji ber vê her ku diçe piştgiriya civakê ya ji bo desthilatdariyê kêm dibe. Tevgera siyasî ya Kurd rêz da vê bangê û got ew li pişt vê bangê ne. Di encamê de bandora Abdullah Ocalan hîna jî li ser tevgera siyasî ya Kurd û gelê Kurd heye. Ev yek carek din derket holê.”
MA / Berivan Altan