STENBOL - Biryara doza Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya qeyûm tayînî wê hat kirin aşkere bû. Di biryarê de hat gotin ku rojname unsûra ewlehiya neteweyî tehdît dike ye.
Di 28'ê Adara 2018'an de qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hatibû kirin. Piştî qeyûm hatibû tayînkirin der barê 14 xebatkarên wê de doz hatibûn vekirin û bi giştî 14 sal û 4 meh ceza li 5 xebatkarên wê hatibû birîn. Dadgeha Cezayê Giran a 23'yan a Stenbolê biryara xwe ya derbarê rojnameyê de aşkere kir. Dadgehê, ji bo rojnameyê got unsûreke ku "ewlehiya netewî" tehdît dike.
'EWLEHIYA NETEWÎ TEHDÎ KIRIYE'
Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku azadiya çapemenî û ramaanê her çend bi qanûna bingehîn hatibin parastin jî, lê belê ev nayê wateya ku bêsînor in û got: "Çapemeniya azadiya ji bo ewlehiya neteweyî tê sînordarkirin û ev yek di nav kategoriya parastona dewlet û civakê de ye." Di biryarê de hat gotin ku rojname û weşanên din dikarin kirinên welatekî an jî delwetekê, operayonên hêzn ewlehiyê rexne bikin û ev maf divêtiyeke jiyana demokratîk e û got: "Lê belê li gel vê ger weşanek bi zanebûnî nûçeyên deîr rastiyê çê bike, hêzên ewlehiyên yên li dijî terorê têdikoşin biçik bixe û tiştên ji bo morla û motîvasyona rêxistin terorî zde bikin biweşîne, elbet ev rewşeke cuda ye. Weşanên di vî warî de, nikarin xwe li bin sîwana dmeokrasiyê bihêwirînin."
'VEGUHERIYE REWŞEKE SÎTEMATÎK'
Her wiha di biryarê de hat gotin, naveroka weşanê saziyên dewletê biçûk xstiye, "propagandaya rêxistinê" û "alîkariya rêxistina terorî kiriye. Di biryarê de hat bilêv kirin nûçeyên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê operasyona Efrînê û Tevgera Çiqilê Zeytûnê hedef girtiye û qebehet xistine stuyê Hêzên Çekdar ên Tirk ku zirar daye sivîlan. Her wiha di biryarêd e hatd erpêşkirin ku rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê nûçeyên bi vî awayî veguherandiye tiştekîs sîtematîk û hat îdiakirin ku, armanca avakirina rojanmeyê ne ji bo weşanê ye.
MA / Erdogan Alayumat