Dayika ku nehiştin cenazeyê keça xwe veşêre: Nehiştin ez destê xwe jî bidimê

  • rojane
  • 09:08 20 Îlon 2019
  • |
img

AGIRÎ - Dayika Yonca Akîcî ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, behsa tiştên dewletê anîne serê wê kir. Dayik Gulperî Akîcî, got: "Gava cenazeyê Yoncayê hat, nehiştin ez dest bidimê û bêhn jî bikim. Ji min stendin û veşartin." 

Yonca Akîcî, di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jina ya Şakranê ji bo tecrîda li Îmraliyê şermezar bike dawî li jiyana xwe amîbû. Dayika wê Gulperî û apê wê Şakir Akîcî, behsa jiyan û têkoşîna Akîciyê kirin. Yonca Akîcî, di sala 1996'an de li gundê Birnêbilax ê navçeya Tûtax a Agiriyê hat dinê. Akîcî, di dibistana navîn de dev ji dbistanê berdide. Di sala 2013'an de tev li nav refên PKK'ê dibe û di 2015'an de li Colemêrgê tevî 3 hevalên xwe tê girtin û 15 sal ceza lê tê birîn. Akîcî, li Girtîgeha Jina ya Şaakranê, ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî. 
 
'NIZANIBÛ TIRS ÇÎ YE' 
 
Apê wê Şakir Akîcî, got: "Ez û wê ne ap û birazî, em du heval bûn." Akîcî, bal kişand ser rûkenî, samîmîyet û wêrekiya biraziya xwe û got: "Nizanibû tirs çi ye. Ji hevalên xwe, ji welatê xwe pir ehz dikir. Li dibistanê jî jîr bû, lê di dibistana navîn de dev ji dibistanê berda. Ji bo dev ji dibistanê berneda mamosteyên wê çend caran hatin malê, lê got 'ez naxwazim.' Gava me behsa meseleyeke berê dikir, bi baldarî guhdar dikir. Nexasim jî pir ji dengbêjan hez dikir. Em ê wê ji bîr nekin û em pê serbilind in." 
 
'JI BO AŞTIYÊ XWE FEDA KIR' 
 
Ap Akîcî, destnîşan kir ku biraziya wê baş dizanibû ku tecrîda li ser Ocalan li dijî aştîyê ye û got: "Yoncayê, bi wêrekî xwe ji bo aştiyê feda kir. Em ê xwedî li vê mîrata wan î ji bo aştiyê derkevin. Em bawer dikin ku wê ew jiyana azad û birûmet ku wan ji bo w canê xwe feda kir bê vî welatî." 
 
'EZ JI KENÊ WÊ TÊR NEBÛM' 
 
Dayik Gulperî Akîcî jî got: "Ez ne ji kenê wê ne jî ji bêhna wê têr nebûm. Her cara em diçûn girtîgehê an jî telefon dikir, tim digot, 'rewşa we baş be, ez jî baş im.' Yanî di rewşeke wisa giran de jî pêşî hişê wê li ser me bû. Ji bo em li ber nekevin, pirsgirêkên li girtîgehê nedigot. Heta gava ji 1'ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kir, heta 29'ê Adarê jî ji min re negotibû. Bavê wê jî hatibû girtin, lê haya wê jê tune bû. Lê paşê Yoncayê li ber diket û digot, 'bavê min ji ber min hatiye girtin.'" 
 
Akîcî, bal kişand ser sohbeta xwe ya bi keça xwe ya li girtîgehê û got: "Gava ez pê re diaxivîm, ji min re digot, 'dayê eger rojek tiştek bê serê min, qethiyen tu li ber çavê wan negirî.' Lê gava cenazeyê keça min hat gund, min bi xwe nikaribû, giriyam. Gava cenazeyê Yoncayê hat, nehiştin ez dest bidimê û bêhn jî bikim. Ji min stendin û veşartin. Pir poşman im ku min soza xwe bi cih neanî ku li ber çavê wan giriyam. Bila min efû bike."  
 

Sernavên din

22/09/2019
15:24 Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye
15:18 Ji bo bajarên bêtirimpêl bisiqlet ajotin
14:34 Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin
14:26 35 rojin Nobeta Demokrasiyê digirin
14:07 Jinên Êzîdî: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
12:54 Bi nivîsên li ser dîwaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
10:40 Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe
10:11 Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin
09:39 Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn
09:12 Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan
09:11 Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin
09:10 ‘Rewşa Ergîn Aktaş di asta mirinê de ye'
09:06 Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG
09:04 Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye
09:02 'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e'
09:01 Hîn jî 'bûkok'an çê dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
21/09/2019
23:59 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn
16:55 Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan
16:39 Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
16:28 Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
16:14 Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin
16:10 Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling
16:09 Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî
15:46 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?
15:35 Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da
15:35 Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke
15:25 ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin
15:10 Turkdogan bang li darazê kir: Demildest dest ji vê xeletiyê berdin
14:55 Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin
14:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e
14:44 Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin
14:33 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
14:21 Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin
14:14 Nobeta Demokrasiyê li Qoserê dewam kir: Emê serî netewînin
14:03 Temellî bang li Meclîsê kir: Li dijî pergala bêbinî îradeya xwe nîşan bide
13:57 Partiyên Kurd: Navnîşana hemû pirsgirêkan TBMM ye
13:55 Ji Erdogan îtîrafa biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş: Em wan bernadın
13:26 Jinên xemilandî dê sibê bisiqlêt bajon
12:31 HDP’ê Îbrahîm Ayhan bi bîr anî
11:03 Esker li Farqînê li malbatan ferz dikin ku biçin ber HDP'ê
10:21 Jinên ji ber ku gotin ‘Em dixwazin bijîn’ hatibû binçavkirin hatin berdan
10:17 Bendava Ilisûyê dê ekosîstema Mezopotamyayê serûbin bike
09:07 'Dizê paraşûtan' dîsa kirin serokê daîreya ciwanan
09:06 Teatra Jiyana Nû, Rojên Şanoya Kurdî li dar dixe
09:05 Daxwaza dayikeke 87 salî: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:05 Rapora mifetîşên milkiyeyê: Bila Serokwezîr şaredaran tayîn bike
09:04 Dayik: 6-7 gardiyanan bi hev re li kurê min xistin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2019'AN
20/09/2019
23:11 Li Iraqê teqînek pêk hat: 9 kes mirin
22:58 Neslîcan Tay jiyana xwe ji dest da
22:34 Demirtaş dîsa hat girtin
18:01 Apê Mûsa li ser gora wî bibîr anîn: Em ji te hîn bûn ku zilm ne qeder e
17:49 Xwestin Yuksekdag û Demîrtaş ji nû ve bêne girtin
16:16 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:58 Hevşaredarên Pasûrê sewqî Girtîgeha Osmaniyê kirin
15:52 Nobeta Demokrasiyê didome: Qeyûm koletiyê; berxwedan azadiyê pêş dixe
15:25 Baroya Amedê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
15:24 Doza Leyla dest pê kir: Bavê Leyla şikê ji hin kesên din dike
15:15 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Ji bo dozger mutalaayê amade bike dem xwest
14:42 Li Wanê Nobeda Demokrasiyê: Qeyûm destpêkê êrîşî jinan dike
14:21 Di doza Avahiya Yeşilyurtê de bersûc serbest berdan
14:05 Binçav kirina li ber AKP dîsa dewam kir
13:57 Doza 5'ê Hezîranê: Guhdarkirina Davutoglu fêdê nade dosyayê!
13:36 ‘Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên welat çareser nabin’
13:27 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo dayikan banga 'çareseriyê' kir
12:34 Guven li Cizîrê bang kir: An em ê tifaqê avabikin, an jî ew ê lîstîqên qirêj dewam bikin
12:22 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:50 Li Edenê, 40 kesên êrîşî koçberên Sûriyeyî kirin hatin binçavkirin
11:30 Turkdogan: Ji leşkerên dîl girtî name hat, me hevdîtin bi Meclîsê re kir, bi Îmraliyê hat axaftin
10:46 Pekoz: Çareseriya QSD di nav de cih digire wê were ser mase yê
10:02 Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê pirtûkek qedexe kir
09:39 Karkerên înşaetê: Sektora înşaetê xelas dibe
09:11 Biryara der barê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de: Ewlehiya neteweyî tehdît dike
09:10 'Dixwazim zarokê wan bi xwe pêlîstokên xwe çêkin'
09:09 Ji bo avê hatin, niha jî ji ber avê diçin!
09:09 Polîs li Cizîrê malan arasteyî çalakiyên pêş HDP'ê dikin
09:08 Naxwazin di zivistanê de li derve bimînin
09:08 ‘Ger daxwazên wî neyên qebûlkirin wê greva birçîbûnê bidomîne'
09:08 Dayika ku nehiştin cenazeyê keça xwe veşêre: Nehiştin ez destê xwe jî bidimê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2019'AN
08:58 Kesên li dijî îstîsmara zayendî daketin kolanan êrîşî Sûriyeyiyan kirin
19/09/2019
19:39 Got, 'zarokên min birçî ne' û xwest întihar bike
16:21 Ji dayika 15 salin endama AKP’ê ye re gotin: Ger hûn werin em ê we bigirin
16:11 'Em her roj li vir in'
15:41 Heyeta HDP'ê serdana TEPAV'ê kir
15:33 Dema malbatan daxwaza aştiyê kir ji qeydê derketin
15:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:15 Hevjînê Yilmaz ê hat revandin: Em diçin ber lingê Soylu jî me qebûl nake
15:03 Dayika Çekdar Yurek: Kurê min berdin
14:54 HDP giliyê Yenî Şafakê dike
14:36 'Em ê li dijî qeyûman têbikoşin'
14:15 Bulbul: Me AKP’ê dabeşî sisêyan kir
14:11 Guven: Ne em Soylû ciwanan dişîne çiya
13:37 Înîsiyatîfa Kavaklikê: Banga îfadeyê li 11 hevalên me kirine
13:09 Doza derbarê kuştina Leyla Aydemîr wê sibe dest pê bike
12:56 Îçten ê AKP’î: Ez serî radikim û îstîfa dikim
12:40 ÎHD: Li Pasûrê vîna gel hatiye desteserkirin
12:00 ‘Înfaz, gorên komî û bîr têra şênberiyê nakin gelo?’
11:54 Îbrahîm Ayhan wê bê bibîranîn