AMED – Li Amedê mirovekî, ji ber rewşa xwe ya aborî xwest întihar bike. Gava hewl da întihar bike, got: "Betal im, zarokên min biçîr ne."
Li Bûlwara Rihayê ya navçeya Peyas a Amedê, mirovek ji ber rewşa xwe ya aborî çû ser lewhayên ronahiyê yên trafîkî û hewl da întihar bike. Kesê çû ser lewheyê, got navê wî Hasan e û got: "Birçî me. Betal im, zarokên min birçî ne, kes dengê me nabihîse. Çûm ber deriyê hemû saziyên dewletê lê kesî guh neda min."
Kesên li derdorê pê re peyivîn lê ji a xwe daneket. Piştî polîs hatin cihê bûyerê Hasan qaneh bû û daket jêrê. Piştî daket, polîsan ew bir emniyetê.