ENQERE - Hamîde Goçer a ji bo kurê xwe yê di dema hewldana darbeyê de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn, hat ber avahiya AKP’ê ya bajêr, rastî gefên rayedarên partiyê yên mîna “Ger hûn werin ber avahiya bajêr, emê we hemûyan bidin girtin” hat.
Dayikek AKP’î jî, îro beşdarî çalakiya li ber avahiya AKP’ê ya Enqerê bû. Hamîde Goçer a 15 salin li navçeya Pursaklar a Enqerê endama AKP’ê ye, bi Cemal Yildirim ê KHK’î re hat ber avahiya AKP’ê. Kurê Goçer Fethî Goçer ê efserê berê bû, di dema hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê de efser bû û di 11’ê Tîrmeha 2019’an de, cezayê muebetê lê hat birîn.
Dayik Goçer, di dema çalakiyê de got, “Ez ne çalakgerim, ez hatim li kurê xwe bigirim, ez ji bo edaletê hatim.” Goçer li ser vê yekê bi midûrê karê nivîsa taybet ê Serokê AKP’ê yê Bajêr Hakanhan Ozcan Serkan Olug re hevdîtin kir.
‘EMÊ WE BIGIRIN’
Dayik Goçer derbarê hevdîtina bi Serhan Olug kir re de, wiha got: “J imin re got, ‘Çi karê te bi KHK’iyan re heye. Bi wan re tevnegere. Çalakiya we valeye. Li benda qedandina darizandinê bin.’ Min jî got ‘Hûn tiştek nakin.’ Dîsa ji min re got ‘Hûn vale vale tên çalakiyê.’ Min jî got ‘Em nikarin tiştekê bi daraz û dadger bikin. Ji ber pêşniyara serokkomar min hevdîtin bi dadger re kir. Ezê ne rawestin.’ Dûre ji min re got ‘ger hûn bên ber avahiya bajêr emê web idin girtin.’”
YEKEMIN HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE
Goçer, diyar kir ku wê berê jî du caran hevdîtin bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re kiriye û wiha axivî: “Min hevdîtina ewil di 13’ê Adara 2019’an de, li Pursaklarê bi Erdogan re kir. Di dema mîtîngê de ji ber ku min axaftina Erdogan birî, ji min re got, ‘Xanim, xanim. Min qet layîqî te nedît. Bila axaftina min biqete, dûre were bi axive. Pir şerme. Em provoka neke.’”
Goçer, têkildarî hevdîtina li Puırsalkarê bi Erdogan re kirî de jî wiha axivî: “Serokkomar Erdogan piştî mîtînga Pursalkar a Enqerê, hat vekirina nexweşxanê. Wê demê min li otobusa xwe siwar kir û ji Serokê AKP’ê yê Enqerê Hakanhan Ozcan re got, ‘Çi pirsgirêka dayikê hebe, jê re bibin alîkar, ez wê ber aliyê te dikim.’ Lê tu tişt nekir. Hakanhan Ozcan ji min re got, ‘Ezê kurê te bidim te. Wê ne girtî bê darizandin.’ Lê ligel vê yekê jî cezayê muebetê dan kurê min. Di dema darbeyê de, kurê min 4 rojan li salona sporê dibin çavan de girtin û 14 rojan rastî îşkenceyê hat. Ez dixwazim kurê min bê berdan û ne girtî bê darizandin. Ji vê min lave kir. Soz dan min ku wê ne girtî bê darizandin. Hemûyan em mijûl kirin û derew li me kirin.”
HEVDÎTINA DUYEMÎN A BI ERDOGAN RE
Goçer, behsa hevdîtina xwe ya duyemîn a bi Erdogan re jî kir û wiha got: “Hevdîtina me ya duyemîn li Golbaşî pêk hat. Lê wê derê min pêşiya wesayîta wî girt. Ez dîsa axivîm. Min pirsa ‘we ez nas kirim, jê kir.’ Wî jî got ‘na.’ Li ser vê min jêre got, ‘We ez arasteyî Serokê Enqerê yê bajêr kiribûm.’ Ji bo zarokê xwe min lave kir. Li ber wî midurê nivîsa taybet hebû. Ji Erdogan got ‘Birêz Serokkomar me li Cezayê Giran ê 19’emîn geriya û jê re got eleqeya Fethî Goçer bi darbeyê re nîne. Bylock tuneye, gule barandin tuneye.’ Dûre serokkomar destê xwe rakir û got, ‘Wê demê hîna libenda çi dimînin. Çi pêwîst be bikin.’ Serokkomar eleqedar dibe, lê kesên fermanê dide wan, tiştekê nakin.”