AMED – Nobeta Demokrasiye di roja 32’an de li Kolana Lîse ya Amedê berdewam kir. Aktîvîsta TJA'yê Besîre Narîn, diyar kir ku berxwedana wan tenê bi îro ne bi sînor e û wiha got: "Em ne tenê îro her roj li vir in. Em li vîna xwe xwedî derdikevin. Em bang li cemaweriya navnetewî dikin. Em bi hevre dawî li vê bêhiqûqiyê bînin."
Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê li Wan, Mêrdîn û Amedê berdewam dike. Li Amedê jî di pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Kolana Liseyê di roja 32'an de berdewam kir. Parlamenterên HDP'ê, Serokê Giştî yê KKP'ê Sinan Çiftyurek, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, Nûnerên TJA, Meclîsa Dayikênk Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar, nûnerên rêxistinên demokratîk û gelek nasnameyên cuda tev li çalakiyê bûn. Dîsa polîsan çalakger dorpêç kirin. Polîsan maşîneyên zirxî û TOMA li serê kuçeyan bi cih kir û li serê kuçeyan rawestiyan. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tîşortên li ser "Dest nede vîn û bedema min" li xwe kirin û dirûşmeyên "Em îtîat nakin, bêdeng nabin û natirsin" berz kirin û hatin qadê. Jinên ku pankarta "Dest nede vîna min" vekirin li qadê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Jin bi tîlî, çepik û dirûşmeyan ketin qadê. Li qadê stranên kurdî hatin strîn û nêzî 2 saetan çalakiyê berdewam kir. Piştî çalakiya rûniştinê li vir daxuyanî dan.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Besire Narin, diyar kir ku têkoşîna wan ne tenê bi îro sînor e û wiha got: “Em ne tenê îro, her roj li vir in. Destê xwe ji ser jinê vekişînin. Em li vîna xwe xwedî derdikevin. Peyvira hevserotayê paşve bidin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku bêdeng nemînin û dawî li vê bê hiqûqiyê bînin."
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel jî anî ziman ku di 19'ê tebaxê de li 3 bajaran qeyûm tayîn kirin û darbeya siyasî pêk anîn û wiha got: "Beyî delîl vîna gel li 3 bajaran xesp kirin. Dema qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê kirin di nava 2.5 salan de me dît ku çawa şaredarî talan kirin. Vîna gel tune hesibandin. Qeyûm navê neheqî û bê hiqûqiyê ye. Em pergala Hevserokatiyê diparêzin. Em parazvanên destkefityên jinan in. Em diqîrin û pergala Hevserokatiyê Xeta me ya Xemrî ye."
Nobet bi rûniştina 10 deqeyan bi dawî bû.