AMED – Çend malbat li ber avahiya HDP’a Amedê bi îdiaya “zarokên wan birine çiyê” çalakiya xwe didomînin. Dema hin malbatan daxwazên ji bo pêkanîna aştiyê anîn ziman xebatkarên medya alîgir ji qeydê derketin.
Malbatên ku bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan revandiye çiyê” li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê çalakiya xwe didomînin. Malbatan di çalakiya xwe ya îro de gazinên xwe li dijî dewletê anîn ziman û balkêş bû zarokên xwe ji dewletê xwestin. Hejmara malbatên ku bi xizmên xwe re tevlî çalakiyê bûne jî hejmara wan ji 20’an derbas nabe jî lê dîsa jî medya aligir dîsa hejmarê zêde nîşan dide.
BERIYA ÇALAKIYÊ POLÎS LÊPIRSÎNÊ PÊK TÎNIN
Yildiz Balli ya keça wê Yasemîn Balli beriya 5 salan ji malê derket û carek din agahî jê wernegirt ji Konyayê hat ber avahiya HDP’ê û beşdarî çalakiyê bû. Polîsên li ber avahiyê pêşiya Yildiz girtin û demek dirêj nasnameya wê kontrol kirin û pirsan jê kirin. Yildiz a tevlî çalakiyê bû diyar kir ku bihîstiye keça wê li çiyê jiyana xwe ji dest daye û ew jî cenazeyê keça xwe dixwaze.
HPG'ê di 8'ê çileya 2018'an de daxuyanî dabû û ragihandibû ku Yasemîn Balli di pevçûnek li navçeya Qilebana Şirnexê de jiyana xwe ji det daye.
MEDYA ALÎGIR DAXWAZA AŞTIYÊ SANSÛR KIR
Hin malbatan daxwazên xwe yên pêkanîna aştiyê anîn ziman û xwestin li şûna şer aştî bê avakirin. Dema malbatan daxwaza aştiyê anîn ziman xebatkarên çapemeniya alîgir ji qeydê derketin û dîmen nekişandin.