ENQERE - HDP, ji bo Rojnameya Yenî Şafakê ku teqîna li Pasûrê bi sernavê 'HDP'ê êrîş pêk anî' derxistibû manşeta xwe, serlêdana sûc bike.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Çapamenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Azad Bariş, ragihand ku dê ji bo Rojnameya Yenî Şafakê ku teqîna li Pasûrê bi sernavê 'HDP'ê êrîş pêk anî' derxistibû manşeta xwe, serlêdana sûc bikin û rojnameyê li Konseya Çapemeniya gilî bikin. Bariş diyar kir ku nûçeyên Rojnameya Yenî Şafak çêdike û HDP'ê di wan de hedef nîşan dide, sûcê darbeyê yê tasfiyeya siyaseta demokratîk e.