RIHA – Parlementerê berê yê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê par li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da, wê bê bibîranîn.
Parlementerê serdama 26’emîn ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê ku di encama krîza dil de, di 21’ê Îlona 2018’an de, li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, wê bê bibîranîn. Gora Ayhan a li Goristana Asrî ya Sîweregê wê bê ziyaret kirin û dûre li Salona Dawetê ya Parîsê mewlîd bê dayîn.
Bîranan wê ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Sîweregê ve bê lidarxistin. Parlementerên HDP û gelek welatî wê beşdarî birînanê bibin. Saet 10.00’an wê bîranîna li ser gorê bê lidarxisstin û saet 11.00’an jî belgefîlma derbarê jiyana Ayhan de hatiye amadekirin bênîşandan û mewlîd bê xwendin.
Xwişka Ayhan Fatoş Ayhan, banga vexwendina bîranên li hemû kesan kir û got: “Tevahiya jiyana birê min bi têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokrasiyê derbas bû.”