‘Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema û dengê êdî bes e olan dide’

  • rojane
  • 10:41 19 Îlon 2019
  • |
img

AMED – Di ser qetilkirina ronakbîr û nivîskarê kurd Apê Mûsa de 27 sal derbas bûn. Doza têkildarî qetilkirina Apê Mûsa li Enqereyê didome û ber bi bihûrîna demê ve diçe. Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan got pênûsa Apê Mûsa li erdê nemaye û Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan jî got dengê “Êdî bes e” yê Apê Mûsa hêj olan dide. 

Ronakbîr, rojnameger û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) 27 sal berê di 20’ê Îlona 1992’an de ku ji bo Mihrîcana Çand û Hunerê ya Amedê hatibû bajêr li semta Seyrantepeya Amedê ji aliyê ûnsûrên JÎTEM’ê ve hat qetilkirin. Tevî ku 27 sal di ser cînayetê de derbas bû jî lê heta îro li gel navê kujer û yên wan erkdar kirin jî tê zanîn lê nehatin girtin. 
 
Jiyana Apê Mûsa di girtîgehan de û li sirgûnê derbas dibe. Apê Mûsa di sala 1920’an de li gundê Zivingê ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve hat dinyayê. Di sala 1944’an de bi Ayşe Hale re dizewice û perwerdehiya xwe ya li Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê nîvco dihêle. 
 
DEST BI ROJNAMEGERIYÊ KIR 
 
Piştî ji zanîngehê veqetiya li rojnameyên Şark Postasi û Dîcle Kaynagi dest bi nivîsandinê kir û di rojnameya Îlerî Yurt de ji ber helbesta kurdî “Qimil” nivîsand di sala 1959’an de hat girtin û bi cezayê darvekirinê hat darizandin. Apê Mûsa piştî darbeya 1960’î tê berdan û di rojnameyên Deng, Bariş Dunyasi û Yon de nivîsandinê dewam kir. Apê Mûsa di destpêka salên 1990’î de li rojnameyên Dîcle-Firat, Azadiya Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem û kovarên Rewşen û Tewlo de nivîs lê kirin. Bi vê yekê re 7 pirtûk û ferhenga kurdî-tirkî weşand. 
 
11 SAL DI HEFSÊ DE MA 
 
Apê Mûsa di Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) de dest bi siyaseta aktif dike û di hilbijartina 1965’an de li Mêrdînê dibe namzet. Lê di demek kin de ji ber guhertina namzetiyê bi awayek serbixwe dikeve hilbijartinê. Apê Mûsa di 12’ê adara 1971’an de tê girtin û 3 sal di Girtîgeha Eskerî ya Seyrantepeyê de dimîne. Apê Mûsa di darbeya 12’ê Îlona 1980’î de bi îdiaya “Propaganda Kurdîtiyê kiriye” tê girtin û wî diavêjin Girtîgeha Nisêbînê û piştî salekê tê berdan. Apê Mûsa seranserî jiyana xwe bi giştî 11 sal di hefsê de dimîne. 
 
TETIKKÊŞÊ JÎTEMÊ CÎNAYET VEGOT 
 
Apê Mûsa di 20’ê îlona 1992’an de ji bo beşdarî Mihrîcana Çand û Hunerê bibe tê Amedê û li semta Seyrantepeya Amedê ji aliyê ûnsûrên JÎTEM’ê ve li nava kolanê tê qetilkirin. Têkildarî qetilkirinê doz hatiye vekirin û heta îro jî tu pêşketin di dosyeyê de çênebûye. Tetikkêşê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di sala 2004’an de li xwe mikûr hat û da zanîn ku kuştina Apê Mûsa JÎTEM’ê plan kiriye. Aydan anî ziman ku ji kuştina Apê Mûsa avakarê JÎTEM’ê serdarê eskerî Ahmet Cem Ersever, Mahmut Yildirim ê nasnaf Yeşîl, ûnsûrên JÎTEM’ê Mustafa Denîz, Savaş Gevrekçî, Alî Ozansoy, îtîrafkar Cemîl Işık (Hogir) û Hamît Yildirim berpirs in. 
 
TIRKIYE HAT MEHKÛMKIRIN 
 
Malbata Apê Mûsa ji dadgeha Tirkiyeyê tu encam negirt û doza qetilkirinê di sala 2000’î de veguhest Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û serlêdan kir. Dadgehê piştî qebûlkirina serlêdanê di sala 2005’an de xwest alîyan li hev bîne û 15 hezar Euro pêşniyarî mablatê kir. Malbatê li şûna tazmînata mad3i xwest biryara binpêkirinê derxe û pêşniyara DMME’yê red kir. DMME’yê di 19’ê kanûna 2006’an de ji bo mafê jiyana Apê Mûsa hatiye binpêkirin û derbarê cînayetê de lêpirsînek têrkirî nehatiye birêvebirin bi hênceta “mafê bandor ê serlêdanê ji destê malbatê hatiye girtin” Tirkiyeyê mehkûmî 28 hezar û 500 Euro kir. 
 
DI 2013’AN DE DOZ HAT VEKIRIN 
 
Cînayet demek dirêj “faîlê nediyar” ma û pişt re di 29’ê hezîrana 2012’an de tetikkêşê qatil Hamît Yildirim li Şirnexê hat girtin. Piştî kûjer hat girtin doz ji nûve vebû û di 5’ê tîrmeha 2013’an de îdianameya dozê ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. 
 
BI DOZA JÎTEMÊ RE KIRIN YEK 
 
Doza Apê Mûsa di kanûna 2014’an de bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê re kirin yek û doz di 16’ê çileya 2015’an de bi îdiaya “ewlehiyê” neqlî 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin. Dadgeha Enqereyê îtîrazî biryara dosyeyê kirine yek kir. Lê Dadgeha Bilind îtîrazê nirxand û bi biryara di 29’ê çileya 2016’an de teqez kir ku her du doz dê bibin yek. Her du dozên kirin yek li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê dîtin û didome. 
 
DOZ DÊ DI 14’Ê MIJDARÊ DE BÊ DÎTIN 
 
Di dozê de li gel îfadeyên şahid û delîl jî hene bersûcê girtî Hamît Yildirim hat berdan. Cem Ersever û Mustafa Denîz ên navê wan di cînayetê de derbas dibe hatin kuştin û Abdulkadîr Aygan ê îtîrafkar jî li Swêdê dijî. Aqûbeta Yeşîl nayê zanîn. Di danişîna 11’ê tîrmeha 2018’an de hat dîtin Serokê Daîreya Îtîxbaratê yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn li xwe mikûr hat û got Yeşîl ê kujer dijî û biryar hat dayîn were guhdarkirin û doz taloqî 14’ê Mijdarê hatiye kirin. Doza cînayetê ya bêcezakirinê wiha dewam bike dê doz rastî bihûrina demê were. 
 
‘PÊNÛSA WÎ LI ERDÊ NEMA’
 
Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan behsa têkoşîn û rewşenbîriya Apê Mûsa kir û diyar kir ku piştî Apê Mûsa hat kuştin li rojnameya Welat dest bi xebatê kiriye û piştî kuştinê nivîskarên kurd kuncikê nivîsê yê Apê Mûsa tije kirin. Tan da zanîn ku Apê Mûsa yek ji avakarê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê bû û got: “Ji roja hat kuştin şûn ve ked û têkoşîna wî vala nehat hiştin. Enstîtû heta roja hat girtin jî keda û têkoşîna Apê Mûsa li wir dewam dikir û îro her çiqas sazî hatibe girtin dîsa jî didome. Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema. Mîrasê Apê Mûsa didome.” 
 
‘XEBAT GIHÎŞT MILYONAN’ 
 
Hêzên tarî yên wê serdemê dixwestin bi kuştina Apê Mûsa bikevin pêşiya vê têkoşînê û peşkê lê bixin û wiha got: “Apê Mûsa dema Huseyîn Denîz hat qetilkirin got ‘Ez pênûsa te radikim û nivîsandinê dewam dikim.’ Ev gotina Apê Mûsa gelek girîng bû. Pişt re Apê Mûsa hat qetilkirin û şagirt û generalê wî nehiştin pênûsa wî li Erdê bimîne. Ev xebat bi pênûsên wê demê heta îro dewam dike. Bêguman ev xebat hem di qada çapemeniya kurd de û hem jî di qada rewşenbîriya kurdî dewam kir. Ew xebat gûr û geş bû û gihîşt bi milyonan.” 
 
‘DI NAV ŞERTÊ GIRAN DE TÊKOŞIYA’ 
 
Tan gotinên Apê Mûsa yên ji bo dayîna têkoşînê bibîr xist û wiha dewam kir: “Di nava şert û mercên giran de dest bi xebata ziman û çapemeniya kurd kir. Ew xebat gelek bi hêz bû û bingeha wê xûrt hat amadekirin. Bi rojnameyek heftane ya kurdî dest pê kir, lê îro bi dehan sazî û dezgehên medyaya kurdî hene. Ev sazî li hemû Kurdistan û Ewrûpayê belav bûn. Ev xebat bûn wesîleya destkeftî, statû û hişmendiya gelê kurd.” 
 
‘BI DEHAN ŞAGIRTÊN WÎ DINIVÎSÎNIN’ 
 
Tan bal kişand ser kuştina Apê Mûsa ya wê serdema tarî û wiha got: “Wê demê şerek germ hebû û pêvajoyek tarî bû. Li dijî komkujî û şer serhildanên mezin hebûn. Heke îro bi milyonan kes li qadên Newrozê kom dibin ne jiber xwe ve kom dibe. Em ji ber xatirê wan rojan îro bi milyonan in. Tevî wan komkujiyên giran jî rojnameger û çapemeniya azad dest ji xebatên medya kurdî berneda. Îro bi dehan rojnamegerên kurd pênûsa Apê Mûsa hilgirtine û dinivîsînin.” 
 
‘REWŞENBÎREK PIR ALÎ BÛ’ 
 
Tan da zanîn ku Apê Mûsa rewşenbîrek pir alî bû û got: “Tenê ne bi xebat û têkoşîna xwe bi aliyên xwe henekan jî pirr tê zanîn. Kesayetiyek wî pirr henekan dikir hebû. Di roja me de jî ew henekên wî tên bikaranîn. Nivîsên wî gelek girîng bûn. Mirova dikaribû ji her nivîsek wî dersek derbixista. Civak bi kêfek mezin nivîsên wî dixwendin. Bi taybetî ciwanên kurd li benda nivîsên wî heftane bûn. Di heman demê de mirov dikare bêje ku Apê Mûsa hiqûqnasek bû. Çimkî balê dikişand ser hemû neheqiya li ser gelê kurd. Rewşenbîrek xwedî helwest, zelal û bi biryar bû û ji bo me hemûyan bûye mînak.” 
 
‘EW DENG HER ROJ MEZIN DIBE’ 
 
Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî anî ziman ku serdema Apê Mûsa xebata rojnamgeriyê dikir xebatek tarî bû û lê bi wêrekî gotinên xwe dikir û ew îro bûne şopdarê rêya Apê Mûsa û hevrêyên wî û bûne dengê çapemeniya azad. Boltan destnîşan kir ku hêj dengê “Êdî bes e” yê Apê Mûsa li her deverê olan dide û got: “Ew deng her roj mezin bû. Tevî her roj kuştin li ser hevalê me bû jî lê ew deng heta îro didome. Her roj geş û gûr bû. Nûnerê sereke yê xebatê Apê Mûsa ye. Bêguman li hember wê sekn û dengî tirsiyan û xwestin bi kuştinê wî dengê qût bikin lê bi ser neketin. Piştî kuştinê ew deng û Apê Mûsa bêtir mezin bûn. Yên wî kuştin biçûk bûn û neçar man xwe veşêrin.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel

Sernavên din

19/09/2019
11:23 Ji JINNEWS'ê kampanyeya 'nûçegihantiya dildar': Em dengê xwe bi hevre bilind bikin
11:22 Tundiya li girtîgeha jê tehliye bû vegot: Hucre, lêgerîna tazî û derb...
10:52 Apê Mûsa wê li Amed û Nisêbînê bê bibîranîn
10:41 ‘Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema û dengê êdî bes e olan dide’
10:28 Qeyûm staja mecbûrî ya 141 xwendekarên lîseyê betal kir
09:30 Ji bo bi deh hezaran girtî û hikumxwaran biryareke emsal!
09:29 Hevşaredara HDP'î dek û dolabên' çapemeniya hewzê yeko yeko aşkere kir
09:29 Ji ber çûn hevdîtinê û pere ji girtiyan re şandin bi 'endamtiya rêxistinê' hatin tawanbarkirin!
09:16 Qada hêşîn a Sêrtê li bendî bersiva Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye
09:14 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Wê lîstika li Pasûrê bi ser nekeve
09:13 'Em ê tim û tim rastiyê ragihînin'
09:12 Hevserokê ESP'ê: AKP ji bo li ser piya bimîne êrîşan zêde dike
09:11 'Ancax em bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî dikarin bi ser bikevin'
09:09 Zarokên gundan arasteyî weqfan dikin
09:03 Weşanxaneya Wardozê 2 pirtûk li folklora kurdî zêde kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN
18/09/2019
22:13 Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin!
22:04 Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê
16:57 Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin
16:47 Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
16:23 Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn!
15:56 TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin
15:50 Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin
15:11 Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê: Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dabînkirin
15:07 ‘Ji ber ew kurd e îşkence lê tê kirin’
15:07 Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe