ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, derbarê nûçeyên ku tê gotin şaredarî fatûre nepixandine de axivî. Fîdan, got: "Me bi 32 esnafan re kar kir. Di serdema me de ji bo wesayîtan 516 hezar TL heqê fatûreyan hatiye dayîn. Lê di dema qeyûm de milyon û 158 hezar TL hatiye dayîn."
Piştî Wezareta Karên navxweyî qeyûm tayînî hin şaredariyên HDP'î kirin, niha jî çapemeniya hewzê bi hin îdiayan şaredariymn heyî dike hedef. Yek ji van şaredariyan jî ya Silopiyayê ye. Çapemeniya hewzê derbarê şaredariyê de bi sernavê "HDP'ê teşkîlat ava kiriye! Nêviyê pereyê gel dide terorê, nêviyê didin jî ji xwe re hiltîne!" bi nûçeyekê şaredarî kir hedef. Di nûçeyê de tê gotin, tamîrata wesayîtan, kirîn û firotina perçeyan ji kargehên kurê Hevşaredarê HDP'a Silopiyayê û birayê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz tên peydakirin û her wiha tê gotin, rêveberiya HDP'ê jî fatûreyan dinepixîne.
Hevşaredara Silopiyayê, derbarê van îdiayan de axivî.
'JI BO TAMÎRATKIRINA WESAYÎTAN EM BI 32 ESNAFAN RE XEBITÎN'
Hevşaredar Fîdan, bilêv kir ku gava ew hatine ser kar, wan biryar girtiye ku ew ê ten bi esnafekî re nexebitin. Fîdan, anî ziman ku ew li ser vê biryara xwe ne û got, di 5 mehên borî de ew ji bo tamîrata wesayîtan bi 32 esnafan re xebitîne û gelê me dikare fatûreyan yeko yeko lêkolîn bike. Tu şik û gumanê me tune ne."
'DIKANEKE WIHA YA BIRAYÊ PARLEMENTER TUNE YE'
Fîdan, ji bo îdiayên ku tê gotin perçeyên wesayîtan ji dikana birayê Parlementer Huseyîn Kaçmaz hatine peydakirin jî got: "Malbata wekîlê me bi bazirganiyê re eleqedar dibe. Lê birayê wî neesnaf e. Ev, sirf ji bo wekîlê me lekedar bikin tên kirin. Gava fatûre bên lêkolînkirin wê bê dîtin tiştek jî ji malbata wekîlê me nehatiye kirîn. Ji xwe dikaneke wiha ya birayê wekîlê me tuneye."
'ME 516 HEZAR, QEYÛM MILYON Û 158 HEZAR XERC KIRIYE'
Fîdan, îdiayên ku tê gotin fatûre hatine nepixandin derewand û got, di 5 mehan de wan 711 hezar heqê fatûreyan daye û ji vî pereyî 195 hezar jê deynês erdema qeyûm bûye. Fîdan, destnîşan kir ku di serdema xwe de 516 hezar heqê fatûreyan dane û got: "Di serdema qeyûm de, tenê di 5 mehan de milyon û 158 hezar TL heqê amûr û alavan hatiye dayîn. Ji bo nîvgehê tenê me 62 hezar xecr kiriye. Lê qeyûm di 5 mehan de ji bo nivîsgehê 309 hezar TL xerc kiriye."
Kendi dönemlerinde tasarrufa gidildiğine dikkat çeken Fidan, "Şişirilmiş faturaların hangi dönemde olduğu açık" dedi.