RIHA – Li xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê hat girtin Mûstafa Goktaş, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza hat birîn. Goktaş ku hat berdan, diyar kir ku xebatên wî hemû xebatên rojnamegeriyê bûne û got: "Lê em ê tim û tim rastiyê ragihînin gel."
Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku bi KHK'ê qeyûm tayînî wê hatibû kirin Mûstafa Goktaş, piştştî 18 mehan di girtîgehê de ma, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" jî sal û 3 meh ceza lê hat birîn û di 12'ê Îlonê de hat berdan. Goktaş, bilêv kir ku xebatên wî hemû xebatên rojnamegeriyê bûne û got: "Lê em ê tim û tim rastiyê ragihînin gel."
‘BI DEHAN HEVALÊN ME HATIN KUŞTIN'
Goktaş, bilêv kir ku piştî pirtûka "Generalên Biçûk ên Apê Mûsa" xwendiye Çapemenya Azad nas kiriye û 10 salan bênavber xebitiye. Goktaş, bilêv kir ku ew li Riha û Stenbolê xebitiye û got: "Niha em di serdemeke ku ne kêmî ya salên 90'î ye de ne. Di 90'î de bi dehan hevalên me hatin kuştin. Bi xebatkaran bi dehan sal ceza birîn. Ji bo rojname negihê gel gelek zext û zorî hatin kirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê zext û zorî zêdetir bûn. Rojnameyeke qanûnî xwestin îllegalîze bikin."
‘HEMÛ XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ NE'
Goktaş, ji ber rojnameyê belav dikin an jî dixebitin bi muameleya "endamtî û rêvebertiya rêxistinê" re rû bi rû dimînin û got: "Tişta di şexsê min de hat darizandin rojnamegerî bû. Saziyên em lê dixebitin ne saziyên îllegal in. Tişta ecêb ew e ku nûçeyên me di sala 2013'an de çê kirine, civîn û xwepêşandanên me şopandine sûc hatine hesibandin. Dadger bi israr hatine Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê SelahttîN Demîrtaş a ji bo Rihayê û ji bo nûçeyan şopandina wî pirsî. Min jî got, şopandina hevserokê partiyeke xebateke rojnamegeriyî ye. Lê dadger bi israr dixwest partiyeke siyasî, rojnameyeke qanûnî îllegalîze bike. Em van tawanbariyan qebûl ankin. Rojnamevanek dikare hemû xwepêşandan û çalakiyan bişopîne. Armanc ew e ku raya giştî bê serwextkirin."
‘EM RASTIYÊ RAGIHÎNIN GEL'
Goktaş, destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye girtîgeha rojnamevanan û got: "Tirkye di warê azadiya çapemeniyê de di roja 160'emîn de ye. Nêzî 160 rojnamevan girtî ne. Demeke berê derhênerê me yê weşana giştî Huseyîn Aykol hat girtin. Ji bo cezayên bi sedan sal dosye hatin vekirin. Lê ji bo em tu wateya van dosyeyan tune ye, bêhikm in. Em qebûl ankin. Eger rojnamegerî sûc be, em ê tim vî sûcî bikin. Em generalên biçûk ên Apê Mûsa ne. Em ê tim û tim rastiyê ragihînin gel."