WAN – Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, ji bo talankirina ekolojiyê bal kişand ser têkoşîneke yekbûyî û got: "Li hemberî êrîşên li ser Heskîf û çiyayên Dersimê û êrîşên li ser Çiyayên Kazê û çiyayên Behra Reş, ji xeynî têkoşîneke hevpar wekî din tu şansekî me tuneye."
Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, bilêv kir ku tayînkirina qeyûman, krîza abor, krîza talankirina xwezayê û polîtîkaya derve ancax bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî dikare bê çareserkirin.
'AKP, HER KU WINDA DIKE ÊRÎŞ DIKE'
Çepnî, bilêv kir ku piştî li Rojavayê kurdan têkoşîna ji bo demokrasiyê pêş xist pozîsyona ku AKP'ê dixwest ava bike pûç kir û got: "AKP'ya ku li wir winda kir, li vira dîsa êrîşî kurdan dike. AKP'ya ku di hilbijartina de têk çû, ewilî êrîşî şaredariyên kurdan dike. Çimkî difikire her ku bi propgandaya 'terorê' berê xwe bide şaredariyên kurda, dibe ev rewş bê qebûlkirin. Lê di vê serdemê de ev wisa nebû. Piştî qeyûm tayînî sê şaredariyên mezin hatin kirin, hin kesên di nav AKP'ê de jî ev yek qebûl nekirin. Her ku di warê rêveberiyê de krîza di AKP'ê de kûr dibe, her ku krîza aboriyê kûr dibe, her ku liw elat û li herêmê bêçare dibe serî li siyaseta şer dide. Siyaseta şer jî êrîşa li ser kurda ye. Her ku êrîşî kurda dike, her ku neteweperistiyê, nîjadperesiyê û tekparêziyê gur dike, bi vî awayî têkoşîna kedkaran jî asteng dike. Bi kirinên xwe yên li ser kurda dixwaze ser xirabiyên xwe bigire. Loma pêdiviya wan bi polîtîkayên qeyûman heye."
'PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNEKE YEKBÛYÎ HEYE'
Çepnî got: "Li Kurdistanê faşîzm, li Tirkiyeyê demokrasî anbe. Divê hêzên demokrasiyê hemû li hemberî van êrîşên li ser kurda xwe bikin sîpre. Çimkî ev êrîş rasterast li wan jî tê kirin. Divê tu kes çavê xwe negire serê xwe nexe ber xwe. Ev dewlet, dijmin jin, ked, gelê kurd, şoreşger û elewiya ne. Ev dewlet li hemberî van tiştên me bilêv kirin xwe birêxistin kiriye, dewletek faşîst e. Loma li hemberî faşîzmê pêdivî bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî heye."
BERXWEDAN Û WÊREKÎ
Çepnî, destnîşan kir ku heta gelên Tirkiyeyê ji bo mafê kedê, ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo bawerî û wekheviya zayendî û azadiya jinê têkoşîneke hevpar bi dest nexe tu carî wê bi ser nkeve û got: "Li hemberî êrîşên li ser Heskîf û çiyayên Dersimê û êrîşên li ser Çiyayên Kazê û çiyayên Behra Reş, ji xeynî têkoşîneke hevpar wekî din tu şansekî me tuneye. Divê em ji rewşa çavê xwe bigire serê xwe têxe ber xwe dûr bikevin. Ji xeynî bilindkirina têkoşîneke yekbûyî û hevpar tu şansekî me tune ye. Eger em vê yekê bikin bawer bikin wê bloka faşîst a AKP-MHP'ê hem li hundir hem jî li derve pir alwaz bibe. Îjar divê em xwe ne li tirs û bêhêvîtiyê, li berxwedan û wêrekiyê bigirin."