ENQERE- Civîna Desteya Ewlehiya Netewî ku di bin banê serokatiya Serokomar Erdogan de pêk hat bi dawî bû. Civîn nêzî 3 saet û nîvan domand.
Civîna Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ku di bin banê serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de civiya bi dawî bû. Piştî civînê bi awayekî nivîskî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de sinyalên ku dê li hemberî Efrînê operasyon pêk bê hatin dayîn.
Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hatin gotin: “Em dixwazin NATO lêpirsîna têkildarî skandalê berfirehtir bike. Divê mîsyona li Îdlîbê li nêzî Efrînê jî bi cih bê.”