Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin

  • rojane
  • 12:16 18 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Şevket Altûntaş ku kurê wî yê esker ji aliyê HPG'ê ve hatiye desteserkirin û tev li çalakiya li ber avahiya HDP'ê ya Amedê bûye diyar kir ku li gel ku gelek kes tên serdana wan jî gavên şênber nayên avêtin û li ser wan qehremaniyê tê kirin. 

Çalakiya malbatên ku bi angaşta zarokên wan bi darê zorê derxistine serê çiya, li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê dabûn destpêkirin, didome. Di nav van malbatan de malbata esker Muslum Altıntaş (24) ku di 2'ê Cotmehê de li navçeya Pîlemûriyeyê ya Dersimê ji aliyê HPG'iyan ve hatibû desteserkirin jî heye. Bavê esker Şevket Altûntaş ku ji 5'ê Îlonê ve li ber HDP'ê ye, ji ber ku dewletê ji bo anîna kurê wî neketiye nav tu hewldanan bi bertek e. Altûntaş diyar kir ku komeleyên ku serdana wan kirine ji wan re gotine ku dewlet nêzî anîna kurê wan nabe û wiha got: "Me serî li ÎHD'ê da. Piştî demekê me ji TJA'yê jî pirsî. Ji me re gotin ku hikumet nêz nabe. Dê hêla dewletê de jî em çûn her derê. Çûn serokên hemû komên partiyên siyasî."

 
 GOTIN 10 ROJ BÛ 4 SAL 
 
Altûntaş qala pêvajoya desteserkirina kurê xwe jî kir û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Dema ku kurê min li leşkeriyê bû agahiyek ji me re hat. Li hemû cihê ku hatin hişê min geriyam û tiştek hîn nekir. Paşê ji wê qereqolê li min geriyan û ji min re gotin, 'Teroristan kurê te revandiye'. Li qereqolê ji min re gotin, 'Ne tirse tiştek bi kurê te nakin, dê heta hefteyek 10 rojan berdin'. Ev hevok hindek be jî bêhna min derxist. Gotin 10 roj lê 4 sal derbas bûn. Kurekî min tenê heye, bila wî berdin. Daxwaza min tenê ev e." 
 
'NIKARIM MAFÊ WAN ÎNKAR BIKIM'
 
Di berdewamê de Altûntaş destnîşan kir ku beriya 5 mehan dîmenên kurê xwe dîtiye û wiha pê de çû: "Serçav û destên kurê min paqiş bûn, tiraş bûbû, nikarim mafê wan înkar bikim. Kurik dibêje hûn çima alikariya me nakin. Ez ji her du aliyan re jî dibêjim, bi ser kurê min qebedayîtiyan nekin. Min berê jî ev tişt digot û niha jî dibêjim. Gavek jî di paş de gav navêjim. Hewce bike ez ê biçim Qendîlê jî. Ewqas serdan tên kirin lê gavek şênber nayê avêtin. Li vêderê me bi kar tînin û qehremaniya xwe dikin. Tên reklama xwe dikin, stranên xwe dibêjin. Hin kes jî tenê ji bo ku bibêjin çû cem dayika tên. Em pir in û di ferqa vê yekê de ne. Kesên ji bo reklamê tên pir in lê ez nikarim ji wan re bibêjim hûn ji bo reklamê tên. Ev der ne yê provakatorî û xwenîşandanê ye. Li vêder armanceke me heye, em zarokên xwe dixwazin." 
 
'HEKE PÊVAJOYA AŞTIYÊ HEBÛYA NIHA NE LI ÇIYA BÛN'
 
Şefket Bîngol ku angaşt dike kurê wî Tûncay Bîngol bi darê zorê revandine serê çiya jî diyar kir ku 4 sal in li deriyê dewletê li kurê xwe digere û wiha got: "Lê min tu bersivek negirt. Heke dewletê pêvajoya aştiyê bidomanda dê îro ev pirsgirêk dernediketin û kurê min ne li serê çiya bû." Bîngol anî ziman ku qenalên 4 sal berê ji bo ji wan re biaxive li ber wan geriyaye, îro ji bo axaftinê ew li pêşiya wê ne got ku lê ew ê ki wan re neaxive.
digerin lê
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

19/09/2019
11:23 Ji JINNEWS'ê kampanyeya 'nûçegihantiya dildar': Em dengê xwe bi hevre bilind bikin
11:22 Tundiya li girtîgeha jê tehliye bû vegot: Hucre, lêgerîna tazî û derb...
10:52 Apê Mûsa wê li Amed û Nisêbînê bê bibîranîn
10:41 ‘Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema û dengê êdî bes e olan dide’
10:28 Qeyûm staja mecbûrî ya 141 xwendekarên lîseyê betal kir
09:30 Ji bo bi deh hezaran girtî û hikumxwaran biryareke emsal!
09:29 Hevşaredara HDP'î dek û dolabên' çapemeniya hewzê yeko yeko aşkere kir
09:29 Ji ber çûn hevdîtinê û pere ji girtiyan re şandin bi 'endamtiya rêxistinê' hatin tawanbarkirin!
09:16 Qada hêşîn a Sêrtê li bendî bersiva Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye
09:14 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Wê lîstika li Pasûrê bi ser nekeve
09:13 'Em ê tim û tim rastiyê ragihînin'
09:12 Hevserokê ESP'ê: AKP ji bo li ser piya bimîne êrîşan zêde dike
09:11 'Ancax em bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî dikarin bi ser bikevin'
09:09 Zarokên gundan arasteyî weqfan dikin
09:03 Weşanxaneya Wardozê 2 pirtûk li folklora kurdî zêde kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN
18/09/2019
22:13 Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin!
22:04 Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê
16:57 Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin
16:47 Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
16:23 Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn!
15:56 TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin
15:50 Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin
15:11 Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê: Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dabînkirin
15:07 ‘Ji ber ew kurd e îşkence lê tê kirin’
15:07 Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe