Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin

img

ENQERE - Berdevekê HDP’ê Gunay Kubîlay, rûniştina malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê ya dewam dike nirxandin û got: “Ji bo hemû zarokên malbatan em dinava lêgerina çareseriyeke rast de ne. Ji kerema xwe re bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, têkildarî pêvajoya tayînakirina qeyûman û rûniştina malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê ku dewam dike nirxandin. 
 
Kubîlay, bal kişand ser tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê û wiha axivî: “Ev helwesta desthilatdariyê ji aliyê civakê ve nayê qebûl kirin. Bertek ewqas zêde bûn ku desthilatdariya xwest HDP tecrîd bike û tenê bihêle, ew bi xwe tecrîd bû.”
 
‘HÊVIYÊN AKP-MHP YÊN JI QEYÛMAN TÊK ÇÛN’
 
Kubîlay, rûniştina malbatên li ber Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî bibîr xist û ev tişt gotin: “Ji dest pê kê ve em êşa dayikan fêm dikin. Me ji malbata re got ‘ev partî, partiya we ye.’ We bi vê li hûndir û we bivê li derve rûnin, lê avahiya HDP’ê ya Amedê ne cihê çareseriyê ye. Di encamê de em partiyek mûxalîfin. Em aştiyê, demokrasiyê û azadiyê diparêzin. Ji ber ku polîtîkayên şer û tundiyê yên desthilatdariyê berdewam dikin, ev êş û pirsgirêka Kurd her ku diçe mezintir dibe. Ji ber vê yekê navnîşana çareseriyê Meclîse.”
 
Kubîlay, da zanîn ku hevdîtina herî dawî li bi Îmraliyê hat kirin de, Birêz Ocalan got ku ‘Ez dinava heftiyekê de dikarim vê pirsgirêkê çareser bikim’ û wiha got: “Li gorî ku li holê vîneke siyasî ya wiha heyî û li gorî ku li holê gelê kurd li gel hemû zextan jî di aştiyê de istar dike heyî, pêkane ku ev yek pêş bikeve. Lê wisan xuya dike ku, desthilatdariyeke ku li şûna pêvajoya çareseriyê ava bike, diçe êşa dayikan îstîsmar dike.”
 
‘BILA DAYIK DESTÛR NEDIN KU ÊŞA  WAN BÊ ÎSTÎSMARKIRIN’
 
Kubilay, anî ziman ku  ji Îranê 5 malbat anîn ber deriyê HDP’ê û wiha bilêv kir: “Ev hemû operasyonên têgînin xerabin. Desthilatdariya Siyasî bi hêviyên didin mirovan, hesabên ranta siyasî dike. Lê em vê layîqî dayikan nabînin. Em dizanîn ku êşa wan raste. Ji ber vê yekê em dixwazin planên polîtîkayên rantê yên desthilatdariya siyasî têk bibin û ji bo hemû zarokên malbatan, em dinava lêgerîna çareseriyek rast de ne. Ji kerema xwe re bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin. Çûyîna du wezîran a li wê derê, wisan serê xwe tewandin û rondikên derewîn barandin, nîşaneya   sextekariyek mezine.” 
 
‘PLANEKE NÛ YA HILWEŞANDINÊ’
 
Kubîlay, bûyera li Pasûrê ya 7 kesan tê de jiyana xwe ji dest da û li ser vê yekê HDP hedef nîşan dan jî nirxand û wiha bilêv kir: “Darbeya 19’ê Tebaxê û rûniştina malbatan, nîşaneya Plana Hilweşandinê ya li dijî HDP’ê ye. Di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de pêvajoyeke ku kaosê heye. Desthilatdariyê di 7’ê Hezîranê de hilbijartin winda kir. Lê di 1’ê Mijdarê de, bi berdelên giran ên bi Tirkiyeyê dan jiyîn, qezenc kir. Di wê serdemê de jî hêzên desthilatdariyê biryara şer dan. Ji ber vê li Serêkaniyê bûyerek derxistin holê û xwestin bê bûyerê raya giştî qane bikin. Di pêvajoya Pasûrê de jî heman nêzîkatî heye. Bombeyek diteqe, bêyî ku lêkolînek were kirin, demildest hevşaredarên me digirn. Di vir de jî xuya dike ku operasyoek têgîne heye.”
 
Kubîlay, da zanîn ku ewê derbarê rojnameya Yenî Şafakê ku manşeta HDP’ê êrîş pêk aniye dan de, serlêdana sûc bikin.
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ DERKEVIN’
 
Kubîlay, dest nîşan kir ku desthilatdarî tifaqa di hilbijartina 31’ê Adarê de derket holê hedef digire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdariya siyasî, hêza xwe ji rewşa bi parçe ya mûxalefetê digire. Pêdivî bi komkirina mûxalefeta civakî heye. Êdî tenê qezenc kirin têrê nake. Divê me li kolanan jî xwedî vê derkevin. Bi vê yekê em dikarin pêvajoyakek demokratîk bi hevre ava bikin.”
 
MA / Dîren Yurtsever

Sernavên din

19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin