Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin 2019-09-18 10:14:07 ENQERE - Berdevekê HDP’ê Gunay Kubîlay, rûniştina malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê ya dewam dike nirxandin û got: “Ji bo hemû zarokên malbatan em dinava lêgerina çareseriyeke rast de ne. Ji kerema xwe re bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin.” Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, têkildarî pêvajoya tayînakirina qeyûman û rûniştina malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê ku dewam dike nirxandin.    Kubîlay, bal kişand ser tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê û wiha axivî: “Ev helwesta desthilatdariyê ji aliyê civakê ve nayê qebûl kirin. Bertek ewqas zêde bûn ku desthilatdariya xwest HDP tecrîd bike û tenê bihêle, ew bi xwe tecrîd bû.”   ‘HÊVIYÊN AKP-MHP YÊN JI QEYÛMAN TÊK ÇÛN’   Kubîlay, rûniştina malbatên li ber Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî bibîr xist û ev tişt gotin: “Ji dest pê kê ve em êşa dayikan fêm dikin. Me ji malbata re got ‘ev partî, partiya we ye.’ We bi vê li hûndir û we bivê li derve rûnin, lê avahiya HDP’ê ya Amedê ne cihê çareseriyê ye. Di encamê de em partiyek mûxalîfin. Em aştiyê, demokrasiyê û azadiyê diparêzin. Ji ber ku polîtîkayên şer û tundiyê yên desthilatdariyê berdewam dikin, ev êş û pirsgirêka Kurd her ku diçe mezintir dibe. Ji ber vê yekê navnîşana çareseriyê Meclîse.”   Kubîlay, da zanîn ku hevdîtina herî dawî li bi Îmraliyê hat kirin de, Birêz Ocalan got ku ‘Ez dinava heftiyekê de dikarim vê pirsgirêkê çareser bikim’ û wiha got: “Li gorî ku li holê vîneke siyasî ya wiha heyî û li gorî ku li holê gelê kurd li gel hemû zextan jî di aştiyê de istar dike heyî, pêkane ku ev yek pêş bikeve. Lê wisan xuya dike ku, desthilatdariyeke ku li şûna pêvajoya çareseriyê ava bike, diçe êşa dayikan îstîsmar dike.”   ‘BILA DAYIK DESTÛR NEDIN KU ÊŞA  WAN BÊ ÎSTÎSMARKIRIN’   Kubilay, anî ziman ku  ji Îranê 5 malbat anîn ber deriyê HDP’ê û wiha bilêv kir: “Ev hemû operasyonên têgînin xerabin. Desthilatdariya Siyasî bi hêviyên didin mirovan, hesabên ranta siyasî dike. Lê em vê layîqî dayikan nabînin. Em dizanîn ku êşa wan raste. Ji ber vê yekê em dixwazin planên polîtîkayên rantê yên desthilatdariya siyasî têk bibin û ji bo hemû zarokên malbatan, em dinava lêgerîna çareseriyek rast de ne. Ji kerema xwe re bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin. Çûyîna du wezîran a li wê derê, wisan serê xwe tewandin û rondikên derewîn barandin, nîşaneya   sextekariyek mezine.”    ‘PLANEKE NÛ YA HILWEŞANDINÊ’   Kubîlay, bûyera li Pasûrê ya 7 kesan tê de jiyana xwe ji dest da û li ser vê yekê HDP hedef nîşan dan jî nirxand û wiha bilêv kir: “Darbeya 19’ê Tebaxê û rûniştina malbatan, nîşaneya Plana Hilweşandinê ya li dijî HDP’ê ye. Di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de pêvajoyeke ku kaosê heye. Desthilatdariyê di 7’ê Hezîranê de hilbijartin winda kir. Lê di 1’ê Mijdarê de, bi berdelên giran ên bi Tirkiyeyê dan jiyîn, qezenc kir. Di wê serdemê de jî hêzên desthilatdariyê biryara şer dan. Ji ber vê li Serêkaniyê bûyerek derxistin holê û xwestin bê bûyerê raya giştî qane bikin. Di pêvajoya Pasûrê de jî heman nêzîkatî heye. Bombeyek diteqe, bêyî ku lêkolînek were kirin, demildest hevşaredarên me digirn. Di vir de jî xuya dike ku operasyoek têgîne heye.”   Kubîlay, da zanîn ku ewê derbarê rojnameya Yenî Şafakê ku manşeta HDP’ê êrîş pêk aniye dan de, serlêdana sûc bikin.   ‘DIVÊ EM XWEDÎ DERKEVIN’   Kubîlay, dest nîşan kir ku desthilatdarî tifaqa di hilbijartina 31’ê Adarê de derket holê hedef digire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdariya siyasî, hêza xwe ji rewşa bi parçe ya mûxalefetê digire. Pêdivî bi komkirina mûxalefeta civakî heye. Êdî tenê qezenc kirin têrê nake. Divê me li kolanan jî xwedî vê derkevin. Bi vê yekê em dikarin pêvajoyakek demokratîk bi hevre ava bikin.”   MA / Dîren Yurtsever