NAVENDA NÛÇEYAN - Karsaz Reza Zarrab ê li DYA'yê tê darizandin li sûcê xwe mikur hat. Dozgerê li dosyaya Zerrab dinere diyar kir ku Zerrab sûcê xwe qebûl kir û dê bibe şahidê Alîgirê Midûrê Halkbankê Hakan Mehmet Hakkan Atilla.
Karsaz Reza Zarrab yê ji sucdariya “Nelirêtî, pere revandiye û xerakirina ambargoya Îranê" tê darizandin, sûcê xwe qebûl kir û li xwe mikur hat. Der barê dosyaya Reza Zarrab de pêşketinên nû derdikevin holê. Di rûniştina doza duh li Dadgeha Herêma New Yorkê hat dîtin de hat zelalkirin ku dê Reza Zarrab weki bersûc tev li dozê nebe. Dozgerê li dosyaya Zerrab dinere diyar kir ku Zerrab sûcê xwe qebûl kir û dê bibe şahidê Alîgirê Midûrê Halkbankê Hakan Mehmet Hakkan Atilla. Dadger Richard Berman pirsa "Dê kî bê dadgehê " pirsî. Dozger jî bersiva "Reza Zerrab sûcê xwe qebûl kir. Dê bibe şahidê Atilla. Îro an sibê dê derkeve pêşberî dadgehê.