KAYSERÎ - Li Kayseriyê nijadperestan avahiya HDP'ê şewitandibûn û doza der barê şewatê de hatibû vekirin bi encam bû. Dadgehê 3 bersûcên ku bê girtin dihatin darizandin, 2 jê beraet kir, bersûcê bi navê Celal Topuz ê ku 15 meh ceza lê hat birîn, cezayê wî taloq kirin.
Di 17'ê Kanûna 2016'an de li Kayseriyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû şewitandin. Doza ku hat vekirin biryar hat dayîn. Bi sedan kesî avahiya HDP'ê dorpêç kiribû, piştre dabûn ber agir. Maşîneyên agirkuj ên hatibûn herêmê, êrîşkaran destûr nedabin ku agir bitefînin û avahî talan kiribûn.
Doza der barê bersûcên bi navê Cemal Topuz, Kamîl Ulu û Yenel Kiliçasan de li 8'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin, bersûc tev li dozê nebûn. Hevserokê HDP'a Kayseriyê Cezvet Işik wekî muştekî tev li rûniştinê bû, wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan şopand.
‘EZ JI MEMÛRAN GILÎDAR IM’
Hevserokê HDP'a Kayseriyê Işik da zanîn ku bi sedan êrîşkaran êrîşê avahiya partiyê kirine û wiha got: "Tenê ev 3 bersûc tune bûn, bi sedan kes hebûn. Ez ji hemûyan gilîdar im. Peywirdarên cemaweriyê yên mudaxale nekirin jî sûcdar in û ez gilîdarê wan im."
2 KES BERAET KIRIN, CEZAYÊ KESEKÎ JÎ TALOQ KIRIN
Piştî darizandinê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û bersûcên bi navê Ulu û Kiliçaslan beraet kir, der barê Topuz de jî bi hinceta "Zerar daye mal, destnedana avahiyê binpê kiriye" 15 meh ceza birû û cezayê wî jî taloq kir.