ENQERE - Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu heqaret li Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş kiribû. HDP'ê der bare Soylu de serlêdana sûc kir.
HDP'ê ragihand ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ji ber axaftina xwe ya çend roj berê, heqaret li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş kiriye. HDP'ê da zanîn ku bi vê hewldanê kîn û dijminatî tev daye û hewl daye bandorê li darizandinê bike. HDP'ê ji ber vê yekê giliyê Suleyman Soylu kir.
HDP'ê gilîname pêşkêşî Serdozgerê Komarê yê Trabzonê kir û tê de hat bibîrxistin ku Soylu bi gotina "Selahattîn Demîrtaş ferman daye ku di 6-7'ê Cotmehê de zarokên vî welatî bên kuştin" û bi vê Demîrtaş hedef daye nîşan.
Di dewama gilînameyê de hat diyarkirin ku HDP'ê ji bo lêkolînkirina bûyerên 6-7'ê Cotmehê pêşniyarname pêşkêşî Meclisê kiriye, lê ev pêşniyarname bi dengê AKP'a ku Suleyman Soylu jî endamê wê ye, hatiye redkirin.
'LI GORÎ HIQÛQÊ, SÛCDARÊ RASTÎ, SOYLU BI XWE YE'
Di gilînameyê de hat ragihandin ku gotin û sûcdariyên ku Soylu anîne ziman, cihê xwe di TCK'ê û hiqûqa navneteweyî de nîne û ev wekî binpêkirina mafê mirovan pênase kir.
Di gilînameyê de hat xwestin ku lêpirsîn li vî kesê heqaret kiriye, kîn û dijminatî sor kiriye bê vekirin, bi rengekî adîl bê darizandin û cezakirin.