Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe

img
AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, bal kişand ser ablukeya polîsan û got: "Hevalno gelo niha kî kê kiriye dorpêçê. Hişmendiya ku niha guman dike ku em kirine dorpêçê, di rastiyê de ew bi xwe ketiye çala xwe. Ji ber vê wê zilma we bi encam nebe."  
 
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hatî destpêkirin di roja 29'an de li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berdewam dike. Nobeta di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de berdewam dike. Her wiha bi pişgiriya welatî, komele, sazî, rêxistinên sivîl û endamên Meclîsa Dayikan îro jî li gel dopêça polîsan pêk hat. Çalakvanan bi dirûşma û tilîliyan çalakiya xwe li dar xistin. 
 
'EMÊ BIGIHÊJIN SERKEFTINÊ'
 
Hevseroka HDP'ê ya bajarê Amedê Hulya Alokmen Uyanik axaftina destpêke kir û wiha got: "Amed, Wan û Mêrdîn bi rojane ji bo heqîqetê li ber xwe didin. Em ji gel bi bawerin ku wê berxwedan bighije serkeftinê. Ji xwe ji vê yekê cudatir rêyek tuneye."
 
'DAYIK HÊZÊ DIDIN ME'
 
Hevşaredar Adnan Selçuk Mizrakli mafê axaftinê girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: “29 roj in li vê bajarê vîna gel tune dihesibînin. Wê tarîtî li ser me rabe lê wê ev yek bi rawestînê re neçe. Yê ku vê zilmê biqedîne û bide sekinandin têkoşîn û berxwedan e. Ji ber vê yekê bi sedan kesên li vir dicivîn û wijdana bi milyon kesî temsîl dikin. Di rojên herî tengav de bi bawerî û sekneke girseyî em mafê xwe dixwazin û xwedî li vîna xwe derdikevin. Li beramberî vê yekê em ê vê qezenç bikin. Bertek û îtîrazên me li vir tê bihistandin û deng vedide. Niha kî kê xistiye di nava dorpêçê de? Niha hişmendiya ku dibêjin me van xistiye di nava dorpêçê de ketine di çalên xwe de. Serhildana li vir carekdin tîne ziman ku 'kralê tazî ye û wê here'. Dayik hertim li gel me ne. Em ji dayikan feyzê digirin. Dayik her tim aştî û biratiyê daxwaz kirin. Ji ber vê em cudakariyê naxin di navbera tu dayikan. Her wiha em ê teqez bi ser bikevin.”
 
‘BILA DAYIK NEBIN AMÛRÊ ŞERÊ QIRÊJ'
 
Parlementerê Amedê Musa Farîsogullari jî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser dayikên ku li ber avahiya Rêxistina HDP'ê rûniştine û wiha got: "Dewlet her roj bi rê û rêbazên nîjadperest dixwazin destkeftî û heyîna me desteser bikin. Ev yek rêyeke mîtîngeriyeyê.  Di pêvajoyekî  50 salan de bi gelek bûyerên dijwar bi se me de hatin. Bi tu awayî rêyeke aştiyane nas nekirin. Îro ji bi heman awayî berdewam dikin. Bi hezaran zarokên me qetil kirin. Dayik û bavê zarokên wan bi awayekî wehş hatin qetilkirin û hatin windakirin. Bi salane dayik li pey hestiyên zarokên xwe digerin. Di salên 90'î de jî heman tişt re bûnê şahîd. Lê kesek serê xwe netewand û îro jî netewînin. Niha çareseriyê li ber deriye partiya me digerin. Dixwazin dayik û bav ji bo armancên xwe yên qirêj bidin xebitandin. Em bang dikin ku dayikên me hîn bêhtir nebin amûra van şerên qirêj. Bila li hemberê van yekan dayik bibin pêşengên aştiyê.”
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan hat lidarxistin û girse dûre belav bû. 
 

Sernavên din

11/11/2025
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin