Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe 2019-09-16 16:47:46   AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, bal kişand ser ablukeya polîsan û got: "Hevalno gelo niha kî kê kiriye dorpêçê. Hişmendiya ku niha guman dike ku em kirine dorpêçê, di rastiyê de ew bi xwe ketiye çala xwe. Ji ber vê wê zilma we bi encam nebe."     Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hatî destpêkirin di roja 29'an de li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berdewam dike. Nobeta di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de berdewam dike. Her wiha bi pişgiriya welatî, komele, sazî, rêxistinên sivîl û endamên Meclîsa Dayikan îro jî li gel dopêça polîsan pêk hat. Çalakvanan bi dirûşma û tilîliyan çalakiya xwe li dar xistin.    'EMÊ BIGIHÊJIN SERKEFTINÊ'   Hevseroka HDP'ê ya bajarê Amedê Hulya Alokmen Uyanik axaftina destpêke kir û wiha got: "Amed, Wan û Mêrdîn bi rojane ji bo heqîqetê li ber xwe didin. Em ji gel bi bawerin ku wê berxwedan bighije serkeftinê. Ji xwe ji vê yekê cudatir rêyek tuneye."   'DAYIK HÊZÊ DIDIN ME'   Hevşaredar Adnan Selçuk Mizrakli mafê axaftinê girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: “29 roj in li vê bajarê vîna gel tune dihesibînin. Wê tarîtî li ser me rabe lê wê ev yek bi rawestînê re neçe. Yê ku vê zilmê biqedîne û bide sekinandin têkoşîn û berxwedan e. Ji ber vê yekê bi sedan kesên li vir dicivîn û wijdana bi milyon kesî temsîl dikin. Di rojên herî tengav de bi bawerî û sekneke girseyî em mafê xwe dixwazin û xwedî li vîna xwe derdikevin. Li beramberî vê yekê em ê vê qezenç bikin. Bertek û îtîrazên me li vir tê bihistandin û deng vedide. Niha kî kê xistiye di nava dorpêçê de? Niha hişmendiya ku dibêjin me van xistiye di nava dorpêçê de ketine di çalên xwe de. Serhildana li vir carekdin tîne ziman ku 'kralê tazî ye û wê here'. Dayik hertim li gel me ne. Em ji dayikan feyzê digirin. Dayik her tim aştî û biratiyê daxwaz kirin. Ji ber vê em cudakariyê naxin di navbera tu dayikan. Her wiha em ê teqez bi ser bikevin.”   ‘BILA DAYIK NEBIN AMÛRÊ ŞERÊ QIRÊJ'   Parlementerê Amedê Musa Farîsogullari jî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser dayikên ku li ber avahiya Rêxistina HDP'ê rûniştine û wiha got: "Dewlet her roj bi rê û rêbazên nîjadperest dixwazin destkeftî û heyîna me desteser bikin. Ev yek rêyeke mîtîngeriyeyê.  Di pêvajoyekî  50 salan de bi gelek bûyerên dijwar bi se me de hatin. Bi tu awayî rêyeke aştiyane nas nekirin. Îro ji bi heman awayî berdewam dikin. Bi hezaran zarokên me qetil kirin. Dayik û bavê zarokên wan bi awayekî wehş hatin qetilkirin û hatin windakirin. Bi salane dayik li pey hestiyên zarokên xwe digerin. Di salên 90'î de jî heman tişt re bûnê şahîd. Lê kesek serê xwe netewand û îro jî netewînin. Niha çareseriyê li ber deriye partiya me digerin. Dixwazin dayik û bav ji bo armancên xwe yên qirêj bidin xebitandin. Em bang dikin ku dayikên me hîn bêhtir nebin amûra van şerên qirêj. Bila li hemberê van yekan dayik bibin pêşengên aştiyê.”   Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan hat lidarxistin û girse dûre belav bû.